Li Şamê atolyeya hunera dîksiyonê hat lidarxistin
Li Şamê atolyeya hunera dîksiyonê ji bo jinên rojnameger hat lidarxistin û beşdaran, diyar kir ku bihêzkirina rojnamegerên jin, ne tenê hedefeke perwerdeyê ye, ji bo hevsengiya medyayê li Sûriyeyê pêwistiyek e.

RAMA KHALAF
Şam- Komeleya Rojnamegerên Sûriyeyê (SJA) roja 5’ê Gulanê, li paytexta Sûriyeyê Şamê otolyeyek bi sernavê ‘hunera dîksiyonê’ ku hedef dike hebûna jinên rojnameger di qadên medya navneteweyî û xwecihî de zêde bike li dar xist. Xebatên atolyeyê, bi taybetî ji bo destekirina jinan di medyayê de û ji derve bandora wan zêde bike weke parçeyek hewldanên ku komele li ser dixebite li dar xist.
‘Em hewl didin jinên rojnameger bihêz bikin’
Rojnameger û endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Sûriyeyê Lama Rajeh diyar kir ku armanca vê xebatê ragihandina dengê rojnamegerên jin ên Sûriyeyê û beşdariya aktîf a di medyayê ye. Her wiha got ku motîvasyona herî bingehîn a vê komxebatê ji bo jinên rojnameger kêmaniya nûnertiya rast û firsendan e û wiha got: “Atolyeya yekem a dengê medyayê, em hedef dikin weke gavek der barê pêşxistina kapasîteya jinên rojnameger de di vê qadê de û bi saya vê di qada medyayê de bibin xwedî bawerî, erk û wan bi hêz bikin.”
‘Pêwistiya me bi pirek hevpar heye’
Rojnameger Dana Saqbanî ku beşdarî komxebatê bûye wiha got: “Tevî asta ceribandinên cuda, di nava beşdaran de azweriyek hebû, tişta ku bala min kişand ruhê kolektîf û parvekirina agahiyan bê teredut bû. Piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de gelek xurt dihat teyîsîn. Divê di navbera rojnamegerên jin ên Sûriyeyê û hevpîşeyên wan ên li derveyî welat de têkilî hebe. Pêwistiya me bi pirek ku hundir û ji derve bi hev ve girê bide heye. Ji ber ku rojnamegerên jin ên Sûriyeyê hê ji desteka tam bêpar in.”
Di komxebatê de der barê girîngiya avakirina qadek ji bo hebûna jinên rojnameger û teşwîqa beşdariya medyayê de nîqaş hatin kirin. Her wiha ji bo jinên rojnameger kêrhatiyên deng û dîksiyon, bernameyên pîşeyî, zêdekirina hebûna jinên rojnameger di saha medyayê de pêşniyarên weke avakirina torên profesyonel hat kirin.
Di komxebatê de behsa girîngiya azadiya îfade û firsendên wekhev ji bo rojnamegerên jin û mêr û lidarxistina komxebatên wiha li herêmên cuda yên Sûriyêyê hat kirin.