Ji berxwedanê ber bi serkeftinê ve: Bendava Tişrînê

Bi berxwedana 119 rojan a gelan ku bi dorê Bendava Tişrînê parastin, berxwedan bi serkeftinê tacîdar bû. Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Meysûn Kiwar a serkeftinê nirxand got: “Serkeftina Bendava Tişrînê berhema fedakariya şehîdan e.”

Navenda Nûçeyan – Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê destkeftiyên 19'ê Tîrmehê yên ku bi saya fedakariyê hatine bidestxistin, misoger kir. Piştî 25 şehîdan û zêdetirî 220 birîndaran ku 119 rojan bi dorê Bendava Tişrînê diparastin, berxwedana gel bi serkeftinê tacîdar bû.

Bendava Tişrînê ku di navbera kantona Minbica dagirkirî û kantona Firatê de ye, piştî bendava Firatê duyemîn bendava herî girîng e di Sûriyeyê de û yek ji binesaziyên herî girîng a herêmê ye, av û cereyanê dabîn dike. Dagirkeriya dewleta Tirk li rojhilatê Firatê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li rojavayê wê ne. Ji ber vê girîngiyê ji êrîşa li ser Minbicê ya di 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve şerên dijwar lê qewimîne. 

Daxwazên nobedaran gihîştin armancên xwe

Karwanê xelkê bajarê Kobanê yekem karwan bû ku gihîşt Bendava Tişrînê. Ew ji aliyê dronên dagirkeriya dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin. Tevî vê yekê gel îsrar kir ku bigihîje bendavê da ku berxwedana xwe bidomînin. Bombebaran bû sedem ku riya ber bi bendavê ve ji xizmetê derkeve lê kesên ku bi biryar bûn bi meş ber bi bendavê ve çûn.

Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Meysûn Kiwar ku beşdarî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bûye bal kişand ser ruhê fedayî yê ku gel li Bendava Tişrînê raber kir û wiha got: "Gelên herêmê li hemberî mirinê serî hildan û ber bi bendavê ve çûn. Jinên ku di êrîşan de birîndar bûbûn, dema ji nava dûmana bomebaranê derdiketin dirûşma "Em ji mirinê mezintir in" qîr dikirin. Ji ber fedakariyên ku ji bo parastina bendavê hatin kirin, me navê bendavê kir "Bendava berxwedan û şehîdan." Rola jinan di vê berxwedanê de jî weke berxwedana Kobanê ya 2014'an derket pêş. Bi saya têkoşîn û berxwedana gel, hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin, berxwedana bendavê bi ser ket."

'Berxwedana Bendava Tişrînê Şerê Gelê Şoreşgerî nîşan da'

Siyasetmedarek di Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişloyê û yek ji beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê Salîhe Kelaş wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa gelên ku ji bo rûmet û axa xwe têdikoşin û şer dikin e. Berxwedana Bendava Tişrînê mertalek bû ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê. Berxwedana gel têgeha şerê gelê şoreşgerî temsîl dikir û ev berxwedan li hemberî hemû planên ku ji bo herêmê hatibûn çêkirin da ku destkeftiyên şoreşê têk bibin, bi ser ket. Berxwedan û têkoşîna me jî wê li dijî êrîşên ku şoreşa me dikin hedef bilind bibe. Em hedefgirtina sivîlan li Bendava Tişrînê bi tundî şermezar dikin."

'Govenda li ser rîtma berxwedanê niha li ser rîtma serkeftinê digere'

Ji koçberên kantona Efrîna dagirkirî Emîne Yûsif a yek ji berxwedêrên li Bendava Tişrînê ye, wiha axivî: "Ji bo parastina av, elektrîka xwe ji êrîşan bikin me berê xwe bê teredut da Bendava Tişrînê. Li bendavê dema ku me govenda xwe li ser rîtma berxwedanê digerand ji aliyê dagirkeriyê û çeteyên wê ve êrîş pêk hatin. Di encamê de 4 kes şehîd bûn û 80 jî birîndar bûn. Ev êrîş nekaribûn me ji berxwedanê dûr bixin. Me 119 rojan di bin balafir û êrîşan de li ber xwe da. Bi saya berxwedan û fedakariya pakrewanên me Bendava Tişrînê bi serkeftinê tacîdar bû. Govenda li ser rîtma berxwedanê bû, niha li ser rîtma serkeftinê tê gerandin. Bi ruhê berxwedana Bendava Tişrînê em ê vegerin Efrîn, Serêkanî û Girê Spî."

'Serkeftina Bendava Tişrînê berhema fedakariya şehîdan e'

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî ya ku beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûye wiha hestên xwe anî ziman: "Jinan bi beşdariya xwe ya vê berxwedanê, girêdana xwe ya bi axa xwe re nîşan dan û di parastina wê de bûn pêşeng. Tevî êrîşên hovane yên ku jin bi wan  re rûbirû diman jî paşve gav navêtin û gelek kesan dema li ser Bendava Tişrînê li ber xwe dan da ku rê li ber pêşveçûna çeteyan û dagirkeriya Tirk bigrin, jiyana xwe ji dest dan. Serkeftina bendavê berhema fedakariya şehîdan e. Em soza xwe bi pakrewanan re nû dikin ku xetên wan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin."