Li Îranê zextên dijî hunermendên jin zêde dibin

Li Îranê zextên li dijî jinên muzîkjen didome. Bi biryara darazê hesabê medyaya dijîtal a stranbêja navdar Nîlûfer Avah hat girtin. Di destpêka meha Mijdarê de, hesabê medyaya dijîtal ê gelek hunermendên jin hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan – Di demek ku li Îranê zextên darazê yên li dijî hunermendên jin didome de, hesabê medyaya dijîtal ê stranbêja bi nav û deng Nîlûfer Avah ku zêdeyî 400 hezar şopînerên wê hene, di 7’ê Mijdarê de hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Nîlûfer Avah a di hesabê medyaya dijîtal Instagramê de hat parvekirin, Polîsên Ewlehiya Civakê ya Teşkîlata Emniyeta Îranê (FARAJA), bi fermana meqamên darazê, hesabê hunermendê girtiye. Di parvekirina mijara xeberê de ev tişt hatin gotin: “Ev malper bi biryara birêz meqamên darazê ji aliyê Polîsên Ewlehiya Civakê ya Teşkîlata Emniyeta Îranê ve hatiye girtin.” Hemû parvekirinên di malperê de hatine tinekirin, di beşa nirxandinê de hate diyarkirin ku bi hinceta ‘naverokên ku sûc organîze dikin’ hatiye girtin.

Zextên li dijî jinan zêde dibin

Ev girtin, weke mînaka nû ya li Îranê zextên ewlehiyê li hemberî jinên muzîkjen tê nirxandin. Di destpêka meha Mijdarê de hesabê medyaya dijîtal ê hunermendên jin ên wek Fatemeh Hamîdî, Azadeh Kobraîa, Zeynab Berîmanî û Mandana Ekberzadeh hatine girtin. Di heman demê de di meha Nîsana îsal de li bajarên Mazenderan û Behbahan hejmarek zêde ya stranbêjên jin ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatine vekolan, ji bo lêpirsînê hatine bangkirin.

Heman bûyer li bajarên din ên wek Esfehanê jî hatin jiyîn

Meqamên darazê yên Îranê tevahiya xebatên jinan ên derbarê muzîkê de wek sûcên ‘Teşwîqî bêehlaqiyê’ yan jî ‘propagandaya li dijî rejîmê’ sînordar dikin. Lê belê li gorî parêzvanên çand û mafê jinan, ev cûreyên mudaxeleyan perçeyek ji polîtîkayên sîstematîk ên dûrxistina jinan a ji qadên civakî û hunerî ye.

Her çend li Îranê bi fermî derketina jinan a ser dikê hatibe qedexekirin jî, gelek jinên hunermend di salên dawî de bi rêya medyaya dijîtal karîne xwe bighînin guhdarên xwe. Lê belê ev qad her ku diçe dikeve bin zexta saziyên dewletê û hesabên jinên hunermend yek bi yek tên girtin.