Îffet Mutaş: Ez ji şivanan dipirsim ‘Gelo we Alî nedît?’
Îffet Mutaş a aqûbeta birayê xwe Alî Tekdag ê piştî di sala 1994’an de li Amedê hate binçavkirin, hate windakirin pirsî, wiha got: “Em heqê xwe ji kujeran re nehêlim. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Elî tu li ku yî?.”
Amed – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 874'emîn de çalakiya heftane li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, hate lidarxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya Alî Tekdag ku di sala 1994’an de li Amedê hate windakirin, hate pirsîn.
Îffet Mutaş: 19 caran hat binçavkirin
Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku Alî Tekdag ji ber ku Kurd bû her roj polîsan diavêt ser mala wî û got: “19 caran birêmin hat binçavkirin. Ji sala 1994'an ve em li Elî digerin. Dadgeh û polîs dizanin çi hate serê Elî. Lê dibêjin em nizanin. Em heqê xwe ji kujeran re nehêlin. Birê min kuştin û birin avêtin ser rêya Farqînê. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Elî tu li ku yî? Ji şivanan re dibejim gelo we gorekî bêkes neditiye?”
Çîroka Alî Tekdag
Serpêhatiya windakirina Alî Tekdag ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz bi bîr xist ku Alî Tekdag bavê 7 zarokan bû û wiha axivî: “Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma. Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12ê Sibata 1993'yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13ê Mijdara 1993an de dema bi hevjina xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”
Alî Tekdag ‘digota agahî bidin malbata min dê min bikujin’
Firat Akdenîz destnîşan kir ku hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dide lê tu agahî wernagire û got: “Dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin. Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nûye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedanê. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye; ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digota agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.