Li Îranê girtiya nexweş Shakila Monfared dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiya siyasî Shakila Monfared ku li zîndana Qerçekê girtî ye, bi armanca nerazîbûna li hember nebûna xizmetguzariyên tenduristiyê, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan - Girtiya siyasî Shakila Monfared ku li zîndana Qerçik girtî ye, bi armanca nerazîbûna li hember nebûna xizmetguzariyên tenduristiyê dest bi gireva birçîbûnê kir. Tevî ku Shakila Monfared ji ber nexweşiya mîde û gurçikan êşeke giran dikişîne, rayedarên girtîgeha Qerçik li dijî şandina wê ya ji bo nexweşxaneyê derketin.

Shakila Monfared a 28 salî di Îlona 2020'an de bi hinceta propagandaya dijî rejîmê hatibû girtin û bi 4 sal û du meh cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin.

Dadgeha Tehranê vê dawiyê Shakila Monfared bi 2 sal û 8 meh li gel dayîna 10 milyon tûmen (nêzîkî 330 dolar) mehkûm kir.