Dayika du zarokan Sara Shadifar ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin
Sara Shadifar a li gûndê Amol a girêdayî bajarê Huseyinabad ê Îranê dijiya di bin navê namûsê de ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Qilfê herî mezin a komkujî, kuştina jinan dîsa bû ‘namûs’. Dayîka dû zarokan Sara Shadifar a li gûndê Amol a girêdayî bajarê Huseyinabad a Îranê dijiya ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
Di encama xebatên ku piştî dîtina bedenê jina ciwan hat destpêkirin de derket holê ku ew di bin navê ‘namûsê’ de ji aliyê birayê xwe ve hatiye qetilkirin û hat payîn ji ber pêkûtiyên ku dijiya Sara Shadifar amadekariya terikandina welêt dikir.