Jinên Şengalê li ser mijara Êzidayetî û têkoşîna azadiya jinê nîqaş kirin

Jinên Êzidî yên di bin diruşma “Felsefeya Rêber Apo têkoşîna azadiya jinên Êzidî ye” de hatin gel hev têkildarî têkoşîna jinên Êzidî ya azadiyê li Şelgalê civîn çêkirin.

Şengal – Jinên Êzidî yên ji dîrokê heya niha weke gel di fremanan re derbasbûne piştî fermana 74’an xwe li ser bingeha rêbaza jiyanê ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê rêxistin dikin biriyara desturê nedin fermanek din dane. Jinên di biniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de rêxistina xwe mezin dikin pêre jî di nava çalakiyan de ne. Li hemberî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û têkoşîan jinên Êzidî civînek li darxistin. Di civînê de despêkê peyamên bi dîmen ên ji Rusya, Elmanya û Ermenîstanê hatine hatin temaşekirin.

“Me jinên Êzidî rêya diçe azadiyê dîtiye”

Berdevka TAJÊ Sabiha Sabrî despêkê axivî û got: “Ji bo me Êzidiyan nîsan despêka avabûna gerdunê û jiyana mirovane. Ji ber wê jî giringiya wê ji bo me cudaye. Piştî me Rêber Apo nasî wateya meha nîsanê ji bo me hîn zêdetir bû. Kombûna me li vê derê ji bo wê ye ku em têkoşîna azadiya jinê ya Rêber Apo ku sedema bilindkirina têkoşînê ji bo me bi wate kirî bi jinan bidin nasîn û têgihiştine. Ji ber em di vê rêyê de dimeşin êrîşên ser me zêdebûne. Her ku em bi hêz dibin êrîşên ser Şengalê jî zêde dibin. Sedema kombûna me li vêderê ji bo ku em li hemberî êrîşên ji niha û şonde ser me de bên hîn zêdetir bi hêz bisekinine.” Sabiha Sebrî herî dawî ji bo dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin de jî ev tişt anî ziman: “Lêkirina dîwar fermanê nîşa me dide. Dixwazin me bi dorpêçê tenê bihêlin û vîna me bişkênin. Bila dijminê me bizane me rêya diçe azadiyê dîtiye û ji her demê zêdetir bi hêzin.”

Endama Rêxistina Jinên Êzidiyên Rusyayê Asya Sivik jî 4’ê Nîsanê weke roja rojbûna jinên Êzidî bi nav kir û got: “Rêber Apo azadî bi me jinên Êzidî azadî da nasîn. Me jinên Êzidiyên li Rusyayê dijîn jî li ser fikrên Rêber Apo xwe rêxistin kiriye. Dema em li Êzidiyên li her çar aliyê cîhanê dinêrin dibînin ku ya herî nêzî me û me li ser lingan dihêle têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo ye. Ger têkoşîna azadiyê nebûya niha koka Êzidiyan û Şengal nemabû, divê her kes vê rastiyê bizane. Yekîtiya Êzidiyan bi rast xwendina Rêber Apo dibe. Divê herî zêde jî em jin rastiyê ji bîr nekin, li têkoşîna xwe ya azadiyê û Rêberê xwe xwedî derkevin.”

Seyran Cellad a ku ji Ermenistanê peyam şandî jî got: “Piştî ku me Êzidiyan fikrê Rêber Apo nasî hîn zêdetir li Êzidîbûna xwe vegeriyan û me wate dayê. Her ku me xwe perwerde û bi rêxistin kir hîn zêdetir dost û dijminê xwe nasî û hîn zêdetir nêzî dostên xwe bûn.

Endama Meclisa Jinên Êzidiya Elmanyayê Xanê Egal jî bal kişand ser tiştên civaka Êzidî jiyane û wiha got: “Di her her civakê de herî zêde jin tên perçiqandin. Jin kevirên bingehîn ên civakanin. Ger jin azad nebe, civak azad nabe. Ger ne ji felsefeya Rêber Apo bûya piştî fermanê me jinên Êzidî nedikarî xwe kom bikin û bi hêz nedibûn. Hêza ku Rêber Apo dayî me jinan gelek giringe. Em jinên Êzidiyên li Ewrupayê dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye.” Di dawiyê de Xanê Egal hemû jinên Şengalê silav kir.

Di civînê de ji Koordînsyona TAJÊ Riham Heco di bin sernava “Êzidayetî û felsefeya Rêber Apo” de nirxandin kir.