"Bi lêkirina dîwarê navbera Rojava û Şengalê re dixwezin Êzdiyan dorpêç bikin"

Siyasetmedar Zeyneb Nesan têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de got: “Lêkirina dîwar lihevkirinek piraliye, vîn û hêza gelê Şengalê ji van êrîşan xûrtire, wê serkeftin ya gel be.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê-  Di 9`ê Cotmeha 2020’an de hikumeta Îraqê û PDK`ê li ser Şengalê hevpeymanek îmze kirin. Hevpeyman bi bihaneya parastina Şengalê hat îmzakirin, lê ew li ser bingehê ku Şengal bê rêveberî were hîşt û xweseriya xwe winda bike ye. Artêşa Îraqê ji meha Adarê ve bi navê parastina sînor dest bi avakirina dîwarê betonê bi dirêjahiya 250 km û bilindiya 4 metreyan di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de kir. Li dijî lêkirina dîwar endama komîteya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Şêranê ya kantona Kobanê, Zeyneb Nesan ji ajansa me re axivî.

Heta niha jî Êzidî bi fermanan re rû bi rû ne

Zeyneb Nesan destpêkê li ser rewşa civaka Êzidî ev tişt anî ziman: “Ev ne cara yekê ye gelê Şengalê bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû dimîne, di 74 ferman ser civaka Êzidî re derbasbûne.  Di encama van qirkirin û koçberiyên ku çêbûn de, Êzdî li gelek deveran belav bûne. Fermana 74’an jî di serdema 21’an de pêk hat, di bîra her kesî de ye ku çawa Şengal bi talan, wêran, komkujî û êrîşa çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû hat. Di sala 2014’an de dewletên navnetewî û komeleyê mafên mirovan, tu helwestên ber bi çav nîşan nedan. Hemûyan jî ji dûr de lê dinêrîn ka wê rewşa dawî çi be. Her wiha hêzên Îraq û PDK`ê jî ku divyabû ji her hêzê zêdetir xwedî li Şengalê derketan bê bertek man. Pêwîst bû ku Şengal bihata parastin, lê mixabin berovajî wê yekê derket holê.”

“Ji bilî gelê wê mafê tu hêzan nîne Şengalê bi rêve bibe”

Zeyneb Nesan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser li hevkirinên PDK’ê û hikûmeta Îraqê û got: “Piştî azar û êşên ku gelê Şengalê jiyan kirin, ew derbasî qonaxeke nû bûn. Ew îro xwedî pergal, rêxistinbûn û parastinin. Jinên Êzdî ziyanên herî giran dîtin, niha pêşengiyê dikin û roleke girîng di tevahî qadan de dilîzin. Gelê Şengalê bi vî rengî jiyaneke nû destpê kirin. Lê em dibînin ku ji 2020’an ve hikûmeta Îraq û PDK`ê li ser Şengalê lihevkirinan çêdikin, ew dixwezin Şengalê bixin bin serweriya xwe û rê li ber fermaneke din vekin. Mafê herdû hêzan jî tune ye ku xwe weke xwediyên Şengalê nîşan bidin. Ger ew di demên dijwar de xwedî lê derneketin, ma wê niha çima bikin. Ger dixwezin Şengalê biparêzin, bila keremkin ji êrîşên dewleta Tirk yên hewayî biparêzin.”

“Vîna Êzdiyan xûrt e wê bi serkevin”

Endama komîteya jin ya PYD`ê Zeyneb Nesan di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo Şengalê anî ziman û got: “Niha jî avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ketiye rojevê. Dewleta Tirk dema ku sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ava kir, me  got ku ew dijmine û çi ji wan were wê bikin. Lê di rewşa Şengalê de mijar cuda ye, şaşe ku PDK’ê pêşengiya perçekirina axa Kurdan bike. Berê dijmin em weke kurd ji aliyê erdîngarî ve perçe kiriye, ma çima ev hevdû perçe bikin. Lewra nêzikatiyên PDK’ê çewtin, divê xwedî li Şengalê derkeve. Em weke gelê Kobanê avakirina dîwar qebûl nakin û em bi dil û can bi gelê xwe yê Şengalê hîs dikin. Ji ber ku ew xwedî vîn û hêzeke xûrtin, baweriya me bi wan heye ku wê serkeftin para gelê Şengalê be.”