Ji 30 rêxistinên jinan banga ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî
Zêdetirî 30 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye dayîn kirin û gotin; “Tenê li ser daxwaza rejîma Îranê hatine cezakirin, divê demek ji ya din zûtir ceza were rakirin.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-20250211-20250211-690x390cc-pexsan-ezizi-verise-muradi-690x375-jpg622c7c-image-jpgb31ccb-image-jpg1cb939-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên dijî cezayê darvekirinê yê ji bo jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, roj bi roj zêde dibin. Divê çarçoveyê de zêdetirî 30 rêxistinên mafê jinan yên li herêmên Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de bang li saziya dadweriya Îranê tê kirin ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşî Mûradî û hemû girtiyên din yên siyasî rawestînin.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Divê rêz li proseya siyasî û dadgehkirina bi edalet bê kirin, ji ber ku cezayê darvekirinê cezayekî ne mirovane û binpêkirinek eşkere ya mafê mirovan e. Divê cezayê darvekirinê di sîstema yasayî ya Îranê de were rakirin. Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ti sucek nekirine, tenê bi daxwaza rejîma Îranê ceza li wan hatiye birîn.”
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê 2025'an de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.