‘Şervanên YPJ’yî li Tişrînê lehengiyên bi heybet nîşan didin’
Fermandara YPJ’ê Amîra Muhammed, berxwedaniya şervanên li Bendava Tişrînê li hember dagirkeriya Tirk têdikoşin vegot. Fermandar Amîra got ku “Îro şervanên jin ji bo parastina mafên xwe û aramiya herêmê têdikoşin û lehengiyên herî bi heybet nîşan didin.”
Navenda Nûçeyan – Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê berdewamin. Gelên li herêmê jî bi konvoyan diçin bendavê û tevlî nav nobeta berxwedanê dibin. Hêzên Parastina Jinê (YPJ) jî, ji bo astengkirina dagirkirinê ev nêzî 26 roj in berxwedana xwe didomînin.
‘Em bi hemû hêz û cesareta xwe bersiv didin êrîşan’
Fermandara YPJ’ê ya Kantona Firatê Amîra Muhammed, derbarê berxwedana li Bendava Tişrînê de axivî. Fermandar Amîra got ku “Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Jinê (YPJ), li hember dewleta Tirk û çeteyên wê di refên herî pêş de têdikoşin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef û dixwazin ku herêma ku me bi xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye, dagir bike. Em bi hemû hêz û cesareta xwe bersiv didin êrîşan.”
‘Pêkhateyên herêmê divê yekîtî û bihevrebûnê bihêztir bikin’
Fermandara YPJ’ê Amîra da zanîn ku ewê nehêlin dewleta Tirk û çeteyên wê bighên meqsed û miradê xwe. Amîra Muhammed, wiha berdewam kir: “Me bi berxwedana QSD û YPJ’ê, li hember rêxistinên terorê yên mîna IŞİD’ê şer kir. Çawa ku me IŞİD'ê têk biribe, emê dagirkeriyê jî têk bibin û li hember êrîşên sîstematîk ên li ser herêmên me bibin bersiv. Pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Kurd, Ereb û Suryanî jî di nav de ne, li hember êrîşan û şerê medyayî bi hev re rolek mezin dilîzin. Lewma pêwîst e pêkhateyên herêmê di vê asta hesas de yekîtî û bihevrebûnê bihêztir bikin. ”
‘Em dixwazin serkeftinê bidest bixin’
Amîra Muhammed, balkişand ser rola jinan a di têkoşîna li hember şerê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de dilîzin û wiha got: "YPJ di refên berxwedanê de xwedî rolek pir mezin e. Îro şervanên jin ji bo parastina mafên xwe û aramiya herêmê têdikoşin û lehengiyên herî bi heybet nîşan didin. Em dixwazin ku li herêma me ewlehî û aramî pêk bê û em serkeftinê bidest bixin. Li hember hêzên ku dixwazin herêmê bê aramî bihêlin, emê parastina axa xwe û rûmeta xwe bidomînin."