Kongra Star û RJAK qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kirin

Koordînasyona Kongra Star a Rojava û RJAK’ê hedef girtina Nagihan Akarsel şermezar kirin.

Qamişlo - Çalakvan, Akademîsyen û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel îro di li Silêmanî li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava û Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyên nivîskî qetilkirina Çalakvan û Akdemîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kirin. 

Kongra Star: Wê bersiva me serxistina şoreşa jin be

Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me îro bi xemgînî û hêrs agahi girt ku çalakvan û têkoşînvana azadîya jin û Endama Jineolijiyê Nagîhan Akarsel danê sibê li pêşiya mala xwe ya li Sileymaniyeyê bi êrîşek sekvaniyê hat şehîd xistin. Nagihan Akarsel Endama Akademiya Jineoloji bû û edîtora kovara Jineolojiyê bû. Bi xebatê zanista Jineolojiyê ku ji perspektîfa jina azad civakek azad dixwazin ava bikin. Nagihan bi îrade, bi cesaret û hezkirinek mezin dirûşma Jin, Jiyan, Azadî vegerandiye pratîkê.

Ev êrîş bi hedef, bi zanêbûn û sistematik li hemû aliyên Kurdistanê li dijî şoreşa jin û gelan tê kirin. Ev qetilkirin û armanc girtina jinên pêşeng, siyaseta dewleta tirk a kujer e.  Ev êrîş şoreşa jin û kesên ku pêşengtiya wê dikin hedef digire, li Rojava warê şoreşa jin jî dewleta tirk hewil dide bi qetilkirina jinên siyasetmedar tekoşîna jinan pûç bike. Bi şehîdxistina pêşengên azadiya jin wek rêhevalên me siyasetmedar Hevrin Xelef, çalakvanên tevgera jin Zehra Berkel, Hebûn Xelil, Emîne Weysî, Endama Hêzên Parastina Jin Jiyan Tolhildan û herî dawî siyasetmendar û Endama Reveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê Zeyneb Saroxan dewleta tirk bi îsrar hewil dide tekoşînê lewaz bixîne. Lê îsrar, îrade û hêza jinên azadîxwaz naye lewaz kirin, naye şikandin. Wê bersiva me di hemu cîhanê de serxistina şoreşa jin be.”

“Êrîşa ku li Silêmaniyê rû da êrîşek li dijî hemû jinan e”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku qetîlkirina Nagîhan Akarsel vegerînin berxwedanê û wiha hate gotin: “Êrîşa bi vê şewazî ya 4’ê mîne ku di salek de li Başûrê Kurdistane li bajarê Silêmaniyê rû dide û şehîd xistina Şukrî Serhad, Mihemed Zêkî Çelebî, Suhêl Xorşîd çêbûn.  Dewleta tirk bi îstiqbarata xwe MÎT û alikariya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li bajarê Silemaniyê çalakvan û pêşengên civakê dike hedef. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK’ê jî berpirsiyarê şehîd xistina pêşengên gel in. Em  êrîşa îro ya hovane li hemberî zanistvan, çalakvan û rêhevala me Nagihan Akarsel bi tundî şermezar dikin. Ji êrîşa ku rû da divê ji kesên berpirsiyar hesab bê xwestin û bêdengiya navneteweyî hemberî qetilkirina çalakvanên ji bo demokrasiyê were şikandin. Divê pêşiya êrîşên vê şewazê were girtin. Ev ne tesadufe ku demekî wisa wexta jinên di Rojhilat, Iranê û seranserê cihanê bang dikin ‘Jin, Jiyan,Azadî’ û sistema netew dewletan ya li ser baviksalarî hatin avakirin dighejînin kesên ku vê slogan dikin jiyanî tên şehîd xistin. Êrîşa ku li Silemaniyê rû da êrîşek ser hemû jinane ku azadiya xwe daxwaz dikin ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dadikevin qadan. Ji ber wê em bang hemû jinan û gelan  ku bi vê dirûşmê dadikevin qadan dikin ku xwedî Şehîd Nagihan Akarsel derkevin û dengê xwe bilind bikin. Di demek wisa de divê em hêrsa hemberî qetilkirina Nagihan Akarsel vegerînin berxwedanêk hîn xurtir. Bi ruhê Jineolojiyê, hevgirtina jin û dirûşmeya Jin jiyan azadî em sedsala 21’ê mîn bikin sedsala azadiya jin.”

RJAK: Nagîhan xwedî fikrek ciwan, têkoşer û berxwedan bû

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyekê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye: “Em weke Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê qetilkirina çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar dikin. Nagîhan xwedî fikrek ciwan, têkoşer û berxwedan bû. Ev jî di demekê de ye ku şoreşa azadiyê bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ku pêşengtiya wê jin dikin, pêş dikeve de pêk hat. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê dibin perdeya desthilata Kurdî de, rojane qetilkirina jinan û çalakvanên jin zêde dibe.

Em weke Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê bi tundî dijî qetilkirina jinan radiwestîn. Bang li hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê dikin ku kujeran bigrin û cezayê herî giran li wan bibirin.”