Kongra Star û parêzerên Dadgeha Hesekê tecrîd şermezar kirin
Kongra Star û parêzerên Dadgeha Hesekê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan tê meşandin daxuyanî dan.
Hesekê – Her diçe mijara tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li cîhanê belav dibe û bertekên li hemberî tecrîdê zêde dibin. Li Îngilistanê 16 sendîka wê bi çalakiyên cihêreng daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare bikin. Di 18'ê Hezîranê de wê bi pêşengiya sendîkayan meşeke mezin bê lidarxistin û tê payîn ku ev daxwaz di meşê de bi xurtî bê ziman.
Kongra Star û parêzerên Dadgeha Hesekê jî bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kirin. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û bi dehan parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ber Dadgeha bajar a taxa Mişêrfê ji aliyê Endama Kongra Star Mizgîn Hesen ve bi zimanê Kurdî, ji aliyê dozger û berdevkê komîteya koçberên Serêkaniyê Mihemd Cemîl ve bi zimanê Erebî hat xwendin.
“Kiryarên dewleta tirk dijberî peymanên navneteweyî ne”
Mizgîn Hesen têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan tê meşandin wiha axivî: "Zêdetirî 23 sal in dewleta tirk mafê feylesof û ramyarê siyasî Rêber Abdullah Ocalan, binpêkirinên herî hovane yên li dijî mafên mirovan û mirovahiyê pêk tine. Bi vî awayî binpêkirina hemû peyman û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyên siyasî û dosyayên binçavkirinên siyasî ji nêz ve bi mafên mirovan ve girêdayî ne. Ji ber ku girtina ji ber her sedemê karakterê mirovî yê ferdekî red nake û mafên girtiyan bi tu hincetekê ji destê wî nayê standin. Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku di sala 1948’an de hat weşandin de hat destnîşankirin ku mafê jiyanê mafekî bingehîn e. Her mirov xwedî maf e û divê qanûn vî mafî biparêze û nabe ku tu kes bi kêfî ji jiyana wî bê bêparkirin û ev maf jî di rewşên awarte de jî nayê rawestandin, wekî ku di xala 4, paragrafa 1000’an de hatiye destnîşankirin.”
Mizgîn Hesen wiha dom kir: “Hemû peymanên têkildar destnîşan kirin ku nabe tu kes ji ber dijberiya xwe ya li hember desthilatdariya îqtîdarê bi bîr, bawerî yan girêdanek siyasî ji azadiya xwe bêpar bê hiştin. Ji ber ku xala 19’an a Medyaya Mafên Mirovan a Navneteweyî ya ku di 10’ê Kanûna Pêşîn a 1948’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek belgeyeke fermî ya wê hat qebûlkirin. Ji bo her kesê mafê azadiya raman û derbirînê heye. Ev maf di nav xwe de azadiya ramanê bê destwerdan û lêgerîn, wergirtin û belavkirina agahdarî û ramanan bi riya her medyayê û bêyî ferqkirina sînoran dihewîne.
Li vir weke hiqûqnas em teqez dikin ku dewleta Tirk li hemberî civaka navneteweyî bûye dewleteke hov û li hemberî peyman û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê bi xwe îmze kirine, bi berpirsyarî tevnagere.Ji ber ku tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz kiriye û bi vî awayî nehiştiye ku rola xwe ya siyasetmedar û feylesofekî ku armanca wî belavkirina aştî û demokrasiyê li herêmê û cîhanê bilîze. Bi sepandina pakêtek ji cezayên nû li dijî Rêber ku binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ya giştî nîşan dide, li dijî civaka navneteweyî berdewam dike û divê were destnîşankirin ku hiqûqa navneteweyî ya giştî azadî, raman û jiyana mirovên xwedî raman parastiye. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku ji bo jiyan û azadiya Rêber Ocalan bi erka xwe rabin û weke rêberê hemû gelan û parêzvanê hemû mirovahiyê bilîzin.
Temînata mafên jinan ku di ramanên xwe de penageheke ewle dît di civakê de rolek aktîf bilîze û Tirkiyeyê ji ber kiryarên wê yên nemirovane û neqanûnî yên li hember kesên xwedî bîr û raman, mehkûm bike.
Em bang li rêxistinên mafên mirovan jî dikin ku bi lez û bez li dijî van kiryarên sûc ên Tirkiyê yên li dijî Rêbertî dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya wî bi lez raya giştî ya mafên mirovan ava bikin û tavilê wî serbest berdin da ku rola xwe di parastina mafên mirovan bilîze.”