Kongra Star êrişên li ser girtîgeha Evînê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star şewata zindana Evîn ku bi destê rêjîma Îranê hatiye kirin bi daxuyaniyekê nivîskî şermezar kir û bang li jinan kir ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” li hemberî van kiryayan bibin bersiv.

Qamişlo – Koordînasyona Kongra Star der barê şewata ku li girtîgeha Evînê derket û êrîşên rejîma Îranê ya li hemberî girtîgeha Evînê daxuyaniyek niviskî weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de êrişên rejîma Îranê şermezar kir û bang li tevahî jinan kir ku bi diruşmaya jin, jiyan, azadî bibin bersiv.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal lê kişand ku rûxmê hemu êrişên rejîma Îranê jî daxwazên azadiya ya gelan ku bi pêşengiya jinan bilind dibe natepise û kiryarên rejîma Îranê yên li dijî girtîgehan bibîr xist. Di daxuyaniyê de wşha hat gotin: “Ev ne cara yekem e ku Rejîma Îranê komkujiyan di zindanan de li hemberî kesên azadîxwaz û demokrasî xwaz  pêk tîne. Di sala 1981’an heta 1988’an di zindana Evîn de li ser destê rêjîma xûmeynî bi hazaran kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz hatin qetilkirin, heta niha hêjmara wan ne diyar e ji ber rejîma Îranê van komkujiyan bi dizî pêktîne. Ev qatliyam û êrîş bi hişmendiya rejîm û sîstematîk li hemberî kesên ku girtî ne û nikarin xwe li hember van êrîşan biparêzin, têne kirin.”

Di daxuyaniyê de girtiyên siyasî yên di heman girtîgeha Evînê de hatin darvekirin bibîr anî û wiha hat gotin: “Di 9’ê Gulana 2010’an de çar girtiyên siyasî ya Kurd Şirin Elemhulî, Farzad Kamangar, Ali Heydarian û Farhad Vakili ku berê bi salan li wir girtî bûn di eynî zindanê de hatin îdam kirin. Şirin Alam-Holi di dema xwe ya di zindana Evîn de li ser diwara  hûcreyê xwe de ‘Jin Jiyan Azadî’ nivisandibû. Rihê berxwedana Şirin û rêhevalên xwe di têkoşînên roja me ya îro ku bi heman silogan û daxwaz bi pêşengtiya jin şoreşek destpêkirin û niha jiyan dike.”

“Rêjîma Îranê di ber ewlehiya hemû girtiyan de berpirsyar in”

Kongra Star destnîşan kir ku êriş û şewata li girtîgeha Êvînê hat derxistin komkujiyek e û hat gotin ku “Niha Rejîma Iranê ev demeke tengav bûye û hewl dide bi komkujiyan li dijî Gelê Kurd hemû gelên ku li wir dijîn bitirsînin. Ev şewata li ser Zindanê jî bi hişmendiya dewletê hate kirin ku dixwaze wê serhildanê heyî tasfiye bikin. Rejim dixwaze ji aliyek rojevê biguhere li Îranê û di heman demê de bi astengkirina ragihandinê de agahiyan şilo bike û rastiya şewatê veşêre.”

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de kiryarên rejîma Îranê şermezar kir û got divê rejîma Îranê rewşa hemu girtiyan aşkere bike. Kongra Star têkoşîna girtiyan û hemu jin û gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û bi bang li hemu jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratîk kir ku ji her cihî tevlî berxwedanê bibin û piştgirî dibin berxwedanê gelan.