Jinên Ciwan: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî serbikevin
Jinên ciwan ên beşdarî dûyemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê bûn destnîşan kirin ku ew ê li dijî hedefgirtina jinan têkoşînê bilindtir bikin û gotin: “Bi felsefeya Jin, jiyan, azadî em ê serbikevin.”
Kobanê – Duh li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya Kobanê duyemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê hat lidarxistin. Ji bo konferansa ku bi diruşma "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê bi serxînin" 200 delegeyan kom bûn, jinên ciwan ên beşdarî konferansê bûn destnîşan kirin ku ji bo jiyanîkirina felsefeya jin, jiyan, azadî ew ê têbikoşin û serbikevin.
"Konfransa me bersiva êrîşên li ser jinan e"
Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Hebûn Mihemed bal li ser êrişên mêr-dewletê yê li dijî jinan kişand û wiha domand: "Me duyemîn konfransa xwe li darxist, em di demek wiha de ne ku dijmin bi rê û rêbazên cuda jinan û bi taybet jinên ciwan hedef digre. Dixwaze di kesayeta jinan de şoreşa azadiyê ji holê rake û pergala mêr-dewlet mayînde bike. Li dijî van kiryaran me xwest ku weke Yektîtiya Jinên Ciwan bersiveke xûrt bidin dijmin û vîna xwe nîşan bidin. Ji lewra me konfranseke di vê astê de û bi taybet di bin dirûşmeya "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi serxînin" li dar xist. Her wiha ji bo em girêdana bi şehîdên xwe re xûrtbikin, rêxistina xwe berfereh bikin û bikarbin pêşengiyeke rast bikin. Konfransa me ya yekemîn di 2019`an de hatibû lidarxistin, me jî xebatên xwe yên di van sê salan de li gor perspektîfên wê demê meşandin."
"Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî bi serkevin"
Jina ciwan Zîn Ehmed a weke delege beşdarî konferansê bûbû destnîşan kir ku li dijî hişmendiya zayendparêz a ji aliyê pergala mêr-dewletê ve tê ferzkirin yekane rê jiyanîkirina felsefeya jin, jiyan, azadî ye û wiha got: "Em vê pêvajoyê bi "Dem dema azadiyê ye" bi nav dikin, li ser vê bingehê em weke jinên ciwan tevlî vê pêvajoyê dibin û xwebirêxistin dikin. Bi taybet jî ciwan zemîn û enerjiya civakê ne, dema ku bibe jinên ciwan jî wê demê rol û misyona me bi wate û girîngtir dibe. Her wiha Rêber Apo dibêje; Em ji jinên zane ne bitirsin, em ji jinên nezan ditirsin. Em jî vê gotina Rêber Apo di xebatên xwe de bingeh digirin, xwe pêşdixin û perwerde dikin. Lê ev yek ji bo pergala desthilatdar ya mêr-dewlet dibe xeterî, hişmendiya zayendperest dixweze jinan roj bi roj kole bikin û wan ji heqîqetê dûr bixin. Em ê van polîtîkan bi dirûşmeya "jin, jiyan,a zadî" vala derxin, em ê weke jin mohra xwe li sedsala 21'emîn bixin û azadiyê qezenc bikin."