Jinên Sûdanî: Divê hevgirtina femînîst sînoran derbas bike

Jinên Sûdanî serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê dest pê kir nirxandin û diyar kirin ku şoreşa Îranê şoreşa jinê ye û banga ‘Divê hevgirtina femînîst sînoran derbas bike’ kirin.

MAYSA EL-QADÎ

Sûdan – Sê sal berê jinên ku li dijî rejîma zordar a Sûdanê serî hildan, berxwedaneke ku di dîrokê de şopa xwe hişt, nîşan dan. Jinên Sûdanî bi hêviya serketin û têkoşînê ji jinên Îranî re, di hevpeyvîna ku ji ajansa me re kirin, peyamên xwe yên hevgirtinê ji jinên Îranî re ragihandin.

"Di navbera Îran û Sûdanê de hevşibî hene"

Nahîd Cebrallah a çalakvana mafên mirovan û rêvebira navenda parastina mafên mirovan a li Sûdanê destnîşan kir ku kuştina Jîna Mehsa Emînî li Îranê rastiya jinan û mafên mirovan a li Îranê eşkere dike û wiha got “Li Sûdanê jî wisa bû. Dema ku Mahsa xwe û giyanê xwe wek agirê şoreşê nîşan da, Awadiya Ecebna û Nadiya Sabûn ên ku li Sûdanê mexdûrên nîzama giştî bûn jî wiha kirin."

“Tevgera femînîst nêzî armancên xwe yên esasî dibe”

Nahîd Cebrallah diyar kir ku guhertinên siyasî yên ku ji tevgera li Îranê pêk tên, dibe ku rasterast nebin sedema başbûna rewşa jinan û got, "Lê belê ez bawer dikim ku ev yek dê qadekê ava bike ku wê jin bikaribin ji bo wekheviyê û rêzgirtina ji mirovan re têbikoşin. Ji bo mafên wan, pirsgirêkên jinan û beşdariya siyasî têkoşînek berdewam e. Jinên Sûdanî di şerekî dem dirêj de heman têkoşînê dan. Têkoşîna jinan a di serhildana 2019’an de dibe ku ferqeke mezin nekiriye, lê kariye rê li ber mafên jinan veke.” Nahîd Cebrallah diyar kir ku tevgera şoreşgerî ya li Îranê mînak e û got, "Ji ber ku tevgera femînîst nêzî armancên xwe yên dawî dibe û li hemberî dijminên xwe yên dijminatiya hemû mirovahiyê ye, dike yek." 

 

“Divê hişmendiya civakî bê avakirin”

Çalakvana femînîst û parêzvana mafên mirovan Wiam Shawky jî got, "Kuştina Mahsa Emînî, êrîş û cezayên ku polîsên asayîşa giştî yên li Sûdanê ku ji ber cil û bergên jinan li jinan dane bi bîr xist. Ji ber cil û bergên xwe cezayê lêdanê li jinan hate birîn. Mesele tenê bi desthilatê re sînordar nîne. Piştî hilweşandina rejîma Beşîr jî li ser medyaya civakî kampanyayên bangawaziya cezaya qamçiyan li jinan hatin kirin. Ji aliyê gel ve cil û bergên ku ji aliyê gel ve ne guncaw dihatin dîtin û zilamên di wesayîtên giştî de jî ferman didin jinan ku hîcabê girê bidin.” Wiam Shawky bal li ser pêwîstiya afirandina hişmendiya civakî kişand.

“Şoreşa Îranê şoreşa jinê ye”

Wiam Shawky anî ziman ku li ser jinan hîcab tê ferzkirin û wiha got: “Bê ku li hemberî baweriya jinan rêz bigrtin li ser jinan hîcabê ferz dikin. Di vê wateyê de Jîna Mahsa Emînî ne jina yekem e ku tê qetilkirin û wê nebe ya dawî jî. Ji ber ku pirsgirêk ne pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêk pirsgirêka ferasetê ye. Di sala 2019’an de li Sûdanê jî serhildanek çêbû. Serhildaneke siyasî bû. Jinên Îranî niha jî bi serhildaneke civakî ya li dijî rejîmê şoreşa xwe dikin. Ev şoreşa jinê ye."

“Divê hevgirtina femînîst sînoran derbas bike”

Femînîst û çalakvan Malaz Îmad jî li ser bûyera qewimî wiha got: “Dema ku Jîna Mahsa Emînî hat qetilkirin min êşeke mezin hîs kir. Ev rewş ji bo Îranê ku xwedî zihniyeteke zordar e, ne xerîb e. Jin weke pileya duyemîn tên dîtin û tên çewisandin. Di vê wateyê de divê tevgera femînîst di nava hevgirtinê de be. Divê her jinek hevgirtinekê femînîs a tevahî sînoran derbas dike nîşan bide.”

"Guhertin tê"

Çalakvana femînîst Ahed Muhammed jî wiha got: “Dema ku şoreş dest pê bike wê bidome. Dema ku dibêje “Guhertin tê”, bal li ser dikşîne ku guherîna bi şoreşê tê, ne ji xwe ve tê, di bidestxistina maf û azadiyên bingehîn de pêvajoyeke bi êş tê jiyîn û tiştên ku berê qewimîne jî destnîşan dike.

Ahed Muhammed a got ku “Li ser bingeha ezmûna me ya li Sûdanê, ev çirûskek piçûk dihêle ku em bi teqez li serkeftina şoreşa Îranê binerin. Li wê derê yên herî zêde rastî zext û pêkutiyê tên, rastî tecawizê tên, êş dikşînin û pêşengê şoreşê ne jin in.”  dibêje ku ew bi têkoşîn û serkeftinê bawer e.