Kongra Star dewreyek perwerdeya li ser rêgezên hevjiyana azad ji mêran re vekir
Bi armanca pêşxistina hişmendiyek li ser bingeha hevjiyana azad Kongra star ji bo mêrên di nava saziya Rêvberiya Xweser xebat didin meşandin dewreyek perwerdê vekir.
Hesekê - Kongra Star erka guhertina hişmendiya bavksalarî hilgirtiye ser mile xwe û des bi vekirina dewreyên perwerdê yên ji bo mêran kiriye. Li bajarê Hesekê bi navê Şehîd Awaz Urmiye ya ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Taxa Giwêran a Hesekê şehîd bû vekirin. Waneyên di perwerdê de werin dayîn li ser hevjiyana azad, rastiya Rêbertî, jineolojî, sîstema Kongra Star, jin û malbat û girîngiya perwerdê ye. Dewreya li Akadmiya Şehîd Roken a Taxa Miftî ya bajarê Hesekê despêkir. Di 11 Nîsanê roja Wefata Dayika Uwêş de bi armanca pêşxistina hişmendiyê û avakirina hişmendiyek li ser bingeha hevjiyana azad Kongra star ji bo mêrên di nava saziya Rêvberiya Xweser kar û xebat dikin dewreyek perwerdê vekir. 21 mêrên di saziyên Rêvberiya Xweser de kar dikin tevlî dewreya perwerdê bûn.
“Bi perwerdekirina mêran dê hişmendiya civakê were guhertin “
Endama Kordînasyona Kongreya Star Rîma Îsa tekez kir ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî pêwistî bi perwerdeya mêran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev cara yekm e, dewreyek bi vî rengî em vedikin. Rastî jî gavek pîroz û serkeftî ye. Bi vî rengî emê bikaribin ji hişmendiya bavksalarî xelas bibin û civakek azad û wekhev bidin ava kirin. Dema mêr tevlî perwerdê bibin û rastiya dîrokê bizanibin wê bighêjin wê baweriyê ku sîstemên desthildar bûye sedema ne wekheviya dinvbera herdû cinasan û bi çi rengî civakê xistiye bi koletiya xwe. Me guhertina hişmendiyê daye ser milê xwe ji ber bi vê yekê emê bikaribin hişmendiyek azad bidin avakirin. Me wekî hemleykê des pê kiriye, dema ev perwerde bi dawî bbe emê li gorî derfetên civakê perwerdeyan vekin. Ev dewreya pîroz me di roja bîranîna wefata dayika Uwêş vekir. Dyika Uwêş dayika Rêber Apo ye, hatina serokatî li ser ruyê erdê xelasiya gelê bindest ji zilm û zordariyê ye. Bi saya felsefeya wî ya azad îro jin di asta pêşengî û birêvberinê cih digre.”
“Jin di qada perwerdê de xwedî rol e “
Rêvberiya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezîz Silêman da zanîn ku ew bi coş û heyecan tevlî dewreya Perwerdê bûye û wiha domand:” Despêkê em spsiya Kongra Star dikin ku ev derfet da me. Di şoreşa Rojava de hevjiyana azad pir giîng e. Jin xwediya vê Şoreşê ye, ji bo wê jî ev dewre em pîroz dibînin ku di riya wê de emê bikaribin xwe û hişmendiya xwe bidin guhertin û civakê li ser esasê hevjiyana azad bidin avakirin.Rola jin di qada perwerdehiyê de gişte astek pir bilind, îro jin bi seknek ji xwe bawer nerîna xwe didin, ev yek jî nîşana serkeftinê ye.”
Endamê Rêvberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Îd El Receb jî destnîşan kir ku pêwistiya her ferdek civakê bi perwerdê heye û wiha berdewam kir: “Armanca me ji tevlîbûna vê perwerdê naskirina xwe û guhertina hişmendiyê ye. Bi riya perwerdeyan em dikarin ji zihniyeta desthildar a ku bi hezarê salan di serê me de hatiye çandin em xelas bibin.Perwerdeya me li vêderê bi daî nabe dema em derkvin emê li saziyên xwe bidin da ku encamek serkeftî bigrin.”
Dewreya Şehîd Awaz Urmiye dê 10 rojan dewam bike.