Jinên Dêrazorê li hemberî êrîşan bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Buroya Kombûna Jinan a Zenobiya bûyerên li taxa Şêx Meqsûd diqewimin, êrîşên li ser herêmê û lêkirina dîwarê di navbera Şingal û Rojava de bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Dêrazor - Ji adarê ve Artêşa Iraqê li ser sînorê navbera Rojava û Şingalê bi armanca sînordarkirina Rêveberiya Xweser dest bi lêkirina dîwar kiriye. 5 km di nava axa Şingalê de bi kamerayên termalê şopandin zextek mezin li ser welatiyên gundewarê sînor dide çêkirin. Ev yek hem ji aliyê Şengaliyan  ve hem jî ji aliyê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve rastî nerazîbûnên mezin hat.

Buroya Kombûna Jinan a Zenobiya ya bajarê Hecînê yê Dêrazorê bi daxuyaniyekê ev kiryayrên ku gelên ku dixwazin xwe dûrî desthilatdariyê bi rêve bibin dike hedef şermezar kir û wiha got: "Em komployên navneteweyî yên li dijî Şingalê yên bi lêkirina dîwar û dorpêçkirina gelê wê û hemû binpêkirinên li ser tên kirin şermezar dikin.”

Jinan bi daxuyaniyê tişta ku li taxa Şêx Meqsûd diqewime jî şermezar kirin û got: "Rejîma Sûriyê pîlanan li dijî nişteciyên taxa Şêx Meqsûd dimeşîne û dorpêçeke giran li ser wan ferz dike. Di warê xwarinê de jî dextek zêde li ser wan dide çêkirin ku nahêle ard têkeve nava taxan.” Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku ev pilan bi têkçûna planên wan ên li ser projeya Rêveberiya Xweser a li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê girêdayîne.

Di daxuyaniyê de helwesta rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî van binpêkirinan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Rêxistinên mafên mirovan piştgirî dan raya welatên cîhanê derbarê tişta ku li van qadan diqewimin. Hem li hemberî dorpêç û êrîşên li ser herêmên me hem jî li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdeng dimînin."

Daxuyaniyê tekez kir ku divê jinên Dêrezorê li kêleka jinên Şingal û taxa Şêx Meqsûd rawestin û wiha hate gotin: "Em piştgiriya gelê xwe yên li Şingal û taxa Şêx Meqsûd dikin û ji wan re dibêjin em bi hev re ne.”