Ji ber ku aqûbeta birayê xwe pirsî ji dibistanê hat avêtin!
Maryam Karim Beigi ya birayê wê di xwepêşandanên ku li Îranê ji bo aloziya aborî hatibû lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku doz vekir û li hemberî qetilkirina birayê xwe bêdeng nema ji dibistanê hat avêtin.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana xizmên wenda Marya Karim Beigi, ji zaningeha ku lê perwerde didît hat avêtin. Maryam Karim Beigi ya li bo hesabê birayê xwe yê li Îranê di çalakiyên li dihî polîtîkayên rejîmê û aloziya aborî de jiyana xwe ji dest dabû bipirse doz vekiribû, li Tehranê ji zaningeha ku lê dixwend hat avêtin.
Maryam Karim Beigi ya destnîşan kiribû ku rayedarên zaningehê lê geriyane û biryara avêtina wê ragihandine, çend roj berê avêtibûn ser mala wê û amûrên wê hatibû desteserkirin. Maryam Karim Beigi ya ji bo pirsînâ birayê xwe çalakiyên xwe berdewam dike, gelek caran hatibû binçavkirin û gef lê hatibû xwarin ku ewê ji zaningehê bê avêtin, rastî tûndiya derûnî hatibû.
“Ji bilî şopandina doza birayê min ê hatiye qetilkirin, çi sûcê min heye?”
Maryam Karim Beigi wiha dipirse: “Ji bilî şopandina doza birayê min ê ku di encama bi awayekê rasterast guleberdana rayedarên dewletê de hat kuştin çi sûcê min heye?” Çalakvana mafên mirovan û girtiya polîtîk Narges Muhammedî derbarê bûyerê de got “Qêrîna Maryam Karim Beigi, bila bibe hêzdara doza wê ya berxwedanê, ji bo protesyoya wê bibin deng” û banga piştgiriyê dike.