Dayika Uveyş li ser gora xwe hat bibîr anîn

Uveyş Ocalan di 29’emîn salvegera xwe de, li gûndê Amara yê Xelfetî li ser gora xwe hate bibîr anîn.

Riha – Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan a di 11 Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû di 29’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe ya li gûndê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê hat bibîr anîn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navçeya Xelfetiyê û navenda bajêr û gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn. 

“Dayika Uveyş tu car serî netewand”

Parlamenter Ayşe Surucu ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Bi ser mirina dayika Uveyş de 29 sal derbas bûn. Dayika Uveyş jî weke bi hezaran dayika bi hesreta zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Em di kesayeta dayika Uveyş de bi hezaran dayikên xwe bi bîr tînin. Dayika Uveyş berxwedêr bû tu caran serî netewand. Sekna wê herî zêde bandor li kurê wê birêz Abdûllah Ocalan kir. Birêz Ocalan got ku ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Wê seknê hêz da hemû jinan. Êdî jin li her derê civakê pêşengtiyê dikin. Jinan li Rojava şoreş pêk anîn. Ev bi bandora dayika Uveyş a ser birêz Ocalan derket holê. Em dayikê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Jinan piştî axaftinê qûrnefîl danîn ser gorê. Dûre kesên tevlî bîranînê bûn çûn serdana xwişk û birayên Abdullah Ocalan, Mehmet û Fatma Ocalan ên li Amarayê dijîn.