Konferansa jinan di roja xwe ya duyem de berdewam dike
Konferansa ‘Jin Li Kêleka Hev Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ ku li Enqerê hat lidarxistin, roja xwe ya duyemîn bi axaftinan dest pê kir. Di konferansê de nameya Fîgen Yuksekdag hat xwendin.
Navenda Nûçeyan – Konferansa ’Jin Li Kêleka Hev Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ ku li ser banga 80 jinan li Enqerê hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) didome.
Di rûniştina yekem a konferansê ku dê ji sê rûniştinan pêk bê de, nûnerên partiyên siyasî dê bi sernavê "Berpirsiyariya Siyasî ya Aştiyê; Demokrasî, Parlamento û Partiyên Siyasî" biaxivin. Axaftvanên vê rûniştinê dê ev bin: Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, Endama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamentera Partiya Nû Gokçe Gokçen, Parlamentera Partiya Rêya Nû Sema Sîlkîn Un.
Piştî axaftinên destpêkê, konferans wê bi şêweyê forûmekê berdewam bike.
'Hevgirtina jinan dikare bibe pirek ji bo aloziyan'
Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, peyamek ji konferansê re şand. Peyama Fîgen Yuksekdag wiha ye: “Jinên hêja, ez hevgirtina we û destpêşxeriya we ya ji bo bi hev re hunandina soz û hêza pêşerojê silav dikim. Avakirina jiyanek li ser bingeha aştî, azadî, edalet û mafên demokratîk ji bo jinan û hemû civakê, îro ji her demê bêtir girîng e. Di rewşeke siyasî ku bi şer, tundî û nezelaliya li ser pêşerojê dorpêçkirî ye de, atmosfera siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê jî derfetek nade jinan û gelê me ku nefes bigirin. Di van şert û mercên dijwar de, tevgera jinan xwedî hêz, şehrezayî û ezmûna pêwîst e ku hemû bindest û niheqiyan di têkoşîna aştî û civakeke demokratîk de seferber bike. Yekîtiya jinan dikare bibe pirek ku hemû dînamîkên civakî û siyasî bi hev re bîne û bîne cem hev. Li hember niheqiya civakî, newekhevî û zordariya ku ji ber şîdeta mêran û zordariya li ser bingeha zayendî çêdibe, aqil, îrade, hevgirtin û têkoşîna jinan dikare ferqek girîng çêbike. Bi vê hêvî û baweriyê, ez hemû jinên ku beşdarî vê konferansê bûne bi evîn û rêzdarî silav dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”
Tê payîn ku konferans bi xwendina danezana dawîn bi dawî bibe.