Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Kovara Jin di hejmara xwe ya 192'emîn de, bi berga "Ji Sînoran Wêdetir: Têkoşîna Jinan" derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan - Hejmara 192'yemîn a Kovara Jin, bi berga "Ji Sînoran Wêdetir: Têkoşîna Jinan" hate weşandin.
Kovara Jin, balê dikşîne ser têkoşînên jinan ên ji bo azadî, wekhevî û edaletê yên li deverên cuda yên cîhanê. Sernavên di hejmara 192’yemîn de wiha ne:
*Bê Demokrasî Wekhevî Nabe: Jinên Tunisî Li Ser Rêya Temamkirina Têkoşîna Xwe ya Li Dijî Windakirina Mafan û Ji Bo Rizgariyê ne / Raja Dahmanî
*Jinên Abya Yala: Bîranîna Bav û Kalan, Berxwedan û Têkoşîna Jiyanê / Zerrîn Amara
*Jinên Lubnanî yên di Navbera Şerekî Bêdawî û Dewleteke Tune de / Sawsan Shouman
*Ji Bêçalakiyê Ber bi Rêyeke Nû ve: Lêkolînên Nû ya di Têkoşîna Jinan de / Selin Yadsan
*Bîra Bajarekî, Berxwedana Gelekî / Ozlem Yaşar