Jinên Kobanê: Eşrefiyê û Şêx Meqsûd xeta me ya sor e

Jinên ji bajarê Kobanê, berxwedana gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin û hişyariya “Eşrefiye û Şêx Meqsûd xeta me ya sor e” kirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Çeteyên cîhadîst yên Tehrîr El-Şam yên bi ser Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku ev nêzî hefteyek e taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê yên Helebê dorpêç kirin, ji duh ve bi çekên giran yên cur be cur êrîşî taxan dikin. Ji gelên ku li dijî êrîşan bê bersiv neman, di encama êrîşên dijwar de mirin û birîndar bûn. Li dijî êrîşên ku li herdû taxên niştecihên wê Kurd in bipêş ketin, jin rabûn ser piyan. Jinên ji bajarê Kobanê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên tund nîşan dan.

‘Em dest ji berxwedana xwe bernadin’

Xanim Elî ku hevjînê wê di berxwedana Kobanê de bûye cangorî, diyar kir ku ew serê xwe li ber tu hêzên cîhadîst natewînin û wiha got: “Em wek jinên Kurd bi taybetî tu caran serê xwe li hember tu hêzê jî natewînin. Jixwe êdî serdem hatiye guhertin û em jî pê re hatin guhertin. Ji ber vê jî bila tu hêz nefikire ku ew dikarin cih û warên me dagir bikin. Bi taybetî piştî ku zarok û hevjînên me canê xwe ji bo ku em jiyaneke bi rûmet û ewle bijîn dan, ne pêkan e ku em jî dest ji berxwedana xwe berdin.”

‘Emê serê xwe li hember çete û cîhadîstan netewînin’

Xanim a ku dibêje “Ev komên cîhadîst ên ku niha êrîşî taxên me yên li Helebê dikin çeteyên dewleta Tirk in”, helwesta xwe wiha nîşan da: “Em dibêjin ku ev êrîş ji aliyê zarokên Erdogan ve pêk tên. Yên ku serê xwe li hember dewleta Tirk netewandine, li bendê ne ku serê xwe li ber çeteyên wî bitewînin.”

Xanim Elî bilêv kir ku ew amede ne Eşrefiyê û Şêx Meqsûd biparêzin û wiha got: “Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedêr in ku hemû êrîşên jiyîn, şikandin. Her wiha kom bi kom tevlî berxwedana Kobanê bûn, parastin û şehîd jî ketin. Ji bo vê jî em weke gelê Kobanê bi dil û can amede ne ku berê xwe bidin Helebê û tevî berxwedana gelê xwe ya li wir jî bibin.”

‘Helwesta derketiye holê sekna me hemûyan e’

Kelîme Mihemed destnîşan kir ku berxwedana li Helebê xwe daye der, helwesta hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan daye û wiha domand: “Em sekin û helwesta gelê xwe hembêz û silav dikin. Wan bi helwesta xwe dikaribûn deng û sekna me hemûyan ji bo van çeteyan nîşan bidin, ji bo vê jî gelê Eşerefiyê û Şêx Meqsûd nûnertiya vîna me hemûyan kirin. Lewra jî em ji bajarê Kobanê, ji gelê xwe re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, dilê me bi hezaran ji bo we lê dide.”
Kelîme da zanîn ku dema xeterî û rûmeta wan bikeve xeteriyê berxwedanên bê hempa xwe didin der û got: “Xala ku me komî serhev dike, berxwedana ji bo parastina hebûn û rûmeta me ye, jixwe ev yek di berxwedana Bendava Tişrînê de xwe dida der. Ji bo vê jî em amade ne ku di heman astê de berxwedanê bighînin lutkeyê û karwan bi karwan berê xwe bidin Helebê.”

‘Derbaskirina xeta me ya sor dê encamên giran bi xwe re bîne’

Kelîme Mihemed bersiva gef û daxuyaniyên li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bipêş dikevin jî, wiha da: “Bila tu kes hêza xwe li hember QSD’ê û gelê me necerîbîne. Gel ji bo QSD’ê û heman tişt ji bo me jî xeta sor e. Yê ku pêl xeta me ya sor bike dê encamên jêneveger yên tund bibîne. Şêwirmendê hikûmeta veguhêz yê Sûriyeyê dibêje ku QSD ancax nûnertiya ji sedî 5’ê  Kurdên li Sûriyeyê dike. Hele bila xwe biceribînin, emê nîşanî wan bidin ka QSD nûnertiya çiqas kesan dike. Jixwe ez bawer im ku wan bersiva xwe duh li Heleb û Dêrhafirê jî girtin.”

‘Pêşengiya jinan mîsogeriya serkeftina berxwedanê ye’

Jina ciwan Meysun Kewar a got “Çeteyan nikaribûn gavekê jî bavêjin taxên me” berteka xwe wiha bilêv kir: “Duh gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 7 salî heta 70’ê Salî bi berxwedan û vîna xwe dorpêç û lihevkirinên li ser wan çêdibin şikandin. Çeteyan tevî ku çekên giran bikar anîn, zirarên madî û can jî pêk anîn, lê nikaribûn gavek jî bavêjin van taxan ku dê ev ji bo wan bibe kul.”

Meysun Kewar destnîşan kir ku pêşengiya jinan mîsogeriya serkeftinê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baweriya me bi hêza gelê me yên li Helebê heye ku ewê bibin bersiva hemû êrîşan. Bi taybet jî em berxwedan û berteka jinên ciwan silav dikin. Ji xwe berxwedaneke ku jin pêşengiya wê bikin, helbet dê serkeftinê mîsoger bike.”