Koalîsyona 188’an li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane daxuyanî da

Koalisyona 188’an li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane daxuyaniyek hevpar dan û diyarkirin ku guherîna Zagona Rewşa Kesane dê mezhebgeriyê kur bike û hemû mafan binpê dike.

NOUR AL-MARSUMÎ

Bexda – Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekem û ya Îlonê jî xwendina duyemîn bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Niha jî Parlamentoya Iraqê du caran hewl daye rûniştina sêyemîn ji bo guherîna zagonê pêk bîne. Lê ji ber temam nebûna aliyên yasayî û derketina aloziyan rûniştina sêyemîn ya ji bo guherîna zagonê heta niha pêk nehatiye. Li gorî guherîna zagonê dê kevneperestî û mezhebperestî kûrtir bibe û mafê jin û zarokan were binpêkirin. Di wateyekê de jin bi ji hev cudabûna ji mafê parastinê û mîrasê bêpar dimîne. Di heman demê de zewaca zarokên neh salî û zewaca derveyî dadgehê jî erê dike. Nerazîbûnên li dijî vê guherînê herku diçe zêde dibe.

Koalîsyona 188’an di roja 8’ê mijdarê de di Konfaransa Netewî de daxuyanek hevpar li dijî guherîna di Zagona Rewşa Kesane de dan.

‘Guherîn dê mezhebgeriyê kur bike’

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Îro divê konfaransê de, em weke nûnerên  siyasî, partî û hêzên sivîl, torên femînîst, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan, ji bo ku em sekna xwe ye li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’ ya sala 1959’an ya Iraqê nîşan bidin em li hev kom bûne. Guherîna ku were kirin wê ji bo mafê hevpar yê hemwelatiyan û parastina rumeta jin û zarokan bikeve xetiriyê û wê mezhebgerî kurtir bibe.”

‘Guherîna zagonê dê hemû mafan binpê bike’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji sala 2003’an heta niha zagona tê pêkanîn, berê jî hemû hewldanên ji bo guherînê vê zagonê paşde hatiya vekişandin û wiha hate gotin: “Tevî hemû itiraz û hişyariyan, îro hinek parlementer hewl didin guherînê di zagona rewşa kesane de çêbikin. Di sala 1959’an de li Iraqê Qanûna Rewşa Kesane ya hejmar 188 hate qebûlkirin. Di zagona 188'an de ji bo ku di mijarên malbatê de yekitiya hiqûqê bê misogerkirin, hemû zewac di çarçoveya dadgeha sivîl de hatin kirin û zewacên li derveyî dadgehê jî sûc hatin dîtin. Temenê zewacê 18 sal hat diyarkirin û şert û mercên tund li ser pirzewacê hatin danîn. Ji bo bidestxistina mafên zarok û jinan, maddeyên der barê xwedîkirina zarokan, mîras û dewacê de hatin zêdekirin. Lê belê vê guherînê van hemû mafan binpê dike.”

‘Li dijî guherîna zagonê divê xebat bên meşandin’

Koalîsyonê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Divê hewldana ji bo hevrûbûna ku hemû cîhan û herêmên Iraqê têde derbaz dibe were bihêzkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînê heye, ji bo başkirina şert û mercan pêwîstî bi qadek zagonî, mekanîzmayek guncaw heye. Ji bo vê jî xebatek xurt lazime. Eve jî enceq bi avakirina malbatek bi ewle ji bo jinan pêkane. Di konfaransê de gelek mijarê ku hewl tê dayîn civakê berbi paşve bibe û bandorek nerênî li civakê bike, hatin niqaşkirin û ji bo çareseriya van pirsgirêkan hewla çareseriyê hatin dayîn. Bivan hewldanan ji bo bersîvek baş bide, gelek Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, gelek nûnerên gel ên li parlementoyê, yekîneyên pîşeyî û sazî, parêzavnên mafê mirovan li dijî vê guherînê xebitin, hemû ev rêxistin, partî û avakerên partiyan ji bo redkirina guherîna Zagona Rewşa Kesane divê koalîsyonên berfireh ên weke koalîsyoan 188’an bê avakirin.”     

‘Divê perlementer dengdanê baykot bikin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê ev guherîn demildest paşde were kişandin û wiha hate gotin: “Ger di erêkirina guherînê de israr were kirin, divê perlementer dengdanê baykot bikin û yan jî dengê na bikarbînin û ger were erêkirin, divê di asta navnetewî de îtiraz bikin. Konfaransa Netewî li dijî guherîna zagonê û di 20 salên dawî de welat û civakê parçe dike û mezhebgerî û îzolasyonê kur dike, destûra bingehîn ya Iraqê divê hemwelatiyên wekhev bi parêze.  Li dijî daxwaza guherîna Zagoan Rewşa Kesane, divê rêz li xwepêşandanên azad bên girtin.”