KJK’ê ji bo piştgiriya YPJ’ê bang kir

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo xwedî derketina YPJ’ê bang li tevahî jinan dike û dibêje: “Ev 13 salan nîşan da ku YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de hêzek parastina jinan e ku ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de balê dikşîne li ser girîngiya avabûyîna YPJ û çawa mîrateyek mezin ji bo tevahî jinên cîhanê afirandiye û wiha tê gotin: “Ji ber ku YPJ ne tenê bûye navê têkoşîn û xweparastina li dijî vê pergala serdestiya mêran, di heman demê de bûye navê jiyanek nû û azad. Tevî xisleta wêranker a şer jî ew bûye navê avakirina jina azad û jiyana azad.

Daxuyaniya KJK’ê bi vê awayî ye:

‘YPJ’ê pêşengiya têkoşîna ji bo jiyaneke azad kir’

KJK’ê di daxuyaniyê de balê dikşîne li ser têkoşîn û berxwedaniya YPJ’ê ya ji bo jiyanek azad raber kiriye û wiha tê gotin: “Bi ser damezrandina YPJ'ê ya ku mohra xwe li şoreşa mezin xist 13 sal derbas bûn. YPJ di 4'ê Nîsana 2013'an de xwe wekî Yekîneyên Parastina Jinan îlan kir, di nava 13 salan de pêşengiya têkoşîna ji bo jiyaneke azad kir û di nav de bi dehan şervanên neteweyên cîhanê yên neternasyonalîst hene bi hezaran şehîd dan. Bi vê wesîleyê em di şexsê Ş. Arîn, Silava, Barîn û Denîz de hemû şehîdên YPJ’ê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya parastina nirxên jiyaneke azad ên ku wan li Rojava afirandine û îlhamê dide jinên li çaraliyê cîhanê, nû dikin.

Ev 13 salan nîşan da ku YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de hêzek parastina jinan e ku ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe. Damezrandina YPJ’ê rûveçûna şer û jiyana li Rojava û Sûriyeyê guherand û pêşengiya gelek guhertinan kir. YPJ dema ku li dijî DAÎŞ’ê şerê leşkerî dimeşand, di heman demê de  li dijî helwestên zayendperest û nijadperest ên di nav gelê Rojava de jî têkoşiya û bû wesîleya guhertin û veguherînê.”

‘YPJ tevahî jinan di bin yek banî de kir yek’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku YPJ tevahî jinên ji pêkhate, bawerî û çandên cuda li ser yek armancê kiriye yek û sînorên Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye. Daxuyanî wiha dom dike: “YPJ a ku afirandina jina azad e, ji pêdiviya jinên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryaniyan ji bo parastina li dijî êrîşên çeteyên serdest ên mêran derket holê, jinan di bin yek banî de û ji bo armancek hevpar kir yek. Berxwedan, têkoşîn û bîrdoziya wê ji sînorên Rojava derbas kir, ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bû çavkaniya hêvî û îlhamê, ji bo yekîtiya jinan a navneteweyî û Konfederalîzma Jinan a Cîhanê bingeheke xurt ava kir. Dîsa bi têkoşîna xwe ya bi rûmet, ew têgînên feodal a di nav gelê Kurd de şikand, li dora keziyan wêneyek xweşik a yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku yek ji hewcedariyên herî bingehîn ên gelê Kurd e xêz kir.

YPJ bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ’ê navê xwe li çar aliyên cîhanê belav kir, bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan rêya têkoşîna jinan ronî kir. Di vê wateyê de, YPJ bi qasî ji bo jinên Kurd, ji bo jinên li çar aliyên cîhanê jî di dîroka têkoşîn û berxwedanê de cihekî girîng girtiye û mîrateyek mezin afirandiye. Bi têkoşîna li dijî pergala serdestiya mêran, dagirkerî, qirkirin û zilmê hêvî afirandiye.

‘Navê jiyanek nû û azad’

Ji ber ku YPJ ne tenê bûye navê têkoşîn û xweparastina li dijî vê pergala serdestiya mêran, di heman demê de bûye navê jiyanek nû û azad. Tevî xisleta wêranker a şer jî ew bûye navê avakirina jina azad û jiyana azad.

Li xwezayê tu zindî ne bêparastin e, jin di tevahiya dîroka serdestiya mêran de timî ji vî mafî bêpar maye û berdêla vê bi êşên mezin daye. Şerên li Xeze, Ukrayna, Efganistan, Somalî û Îranê mînakên herî dawî yên encamên giran ên ku jinên bêparastin pê re rû bi rû mane ne. Îro tevî ku li Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê şer mezin dibe, berdewam dike û her roj komkujiya jinan zêde dibe, nabe ku ji jinan re bibêjin "bêparastin bimînin" û ev yek tê wateya ku jinan bi awayekî bê çare mehkûmî ber destê serdestan, qatîlan û çeteyan dike.

Êrişa li ser destkeftî û vîna jinê

Di pêvajoyeke wiha de ku entegrasyona di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û Rojava de tê nîqaşkirin, yek ji nîqaşên herî girîng jî derbarê statûya YPJ’ê de ye. Di serdemeke wiha de ku rêxistinbûn û êrîşên çeteyan berdewam dikin û herî zêde jinan dikin hedef, nîqaşkirina statûya YPJ’ê û nepejirandina wê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve, êrîşa herî mezin a li ser destkeftî û vîna jinê ye. Hikûmeta demkî ya Şamê, bi kabîneya ku ava kiriye û bi pêşnûmezagonên xwe ve bi awayekî pir eşkere nîşan daye ku hikûmeteke çiqas zayendperest e û mafên jinan nas nake; di bin evqas êrîşan de bêparastin mayîna jinan rewşeke nayê pejirandin e.

‘Nepejirandina statûya YPJ’ê, bêguman êrîşeke îdeolojîk e’

Nepejirandina statûya YPJ’ê, bêguman êrîşeke îdeolojîk e. Di hemû qadên jiyanê yên wekî parastin, perwerde, tenduristî û aboriyê de xwedîgotin û xwedî vînbûna jinên ku tê payîn serî bitewînin, ne rewşek e ku hikûmeteke wekî HTŞ’ê ya ji hişmendiya DAÎŞ’ê tê xwedîkirin bi hêsanî bipejirîne. Lê belê jin jî diqêrin ku ew ê radestî vê hişmendiyê nebin. Herî dawî, li dijî van êrîşan, di 27’ê Nîsanê de li Rojava Platforma Çalakiyên Hevpar a Jinan, bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi daxwaza ku YPJ di nava avabûna wezareta parastinê de cih bigire û statûya wê were naskirin, kampanyayek da destpêkirin. Em jî wekî KJK, vê kampanyaya watedar a ku jinan daye destpêkirin silav dikin. Xwedîderketin, parastin û mezinkirina YPJ û destkeftiyên wê yên ku stûna herî girîng a tespîta Rêber APO ya "Sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê" pêk tîne, parastina pêşeroja me ye.

Banga piştgiriyê

YPJ, xeta sor a hemû jinên evîndarên jiyana azad e. Li ser vê bingehê, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Ewropayê, ji Şengalê heta Mexmûrê, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî li jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya hatiye destpêkirin. Sûcên ku çeteyên HTŞ’ê li Rojava, Sûriye û Şengalê li dijî jinan kirine, divê werin belgekirin û bigihin hemû cîhanê û têkoşîna hiqûqî ya vê yekê were meşandin.

Em bang li ciwan, dayik, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, enternasyonalîst û her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û di qadên xwe de bi xebat û çalakiyên cihêreng pirsgirêka xwebûn û xweparastina jinan bêtir xuya bikin.”