KJK: Divê operasyonên leşkerî yên li Xezayê rawestin

Koordînasyona KJK’ê, daxuyaniyek weşand û bi van gotinan bang li hikûmeta Îsraîlê kir: "Ji bo çareseriya mayînde, divê operasyonên leşkerî yên li Xezayê rawestin û pêvajoyeke çareseriya aştiyane têkeve dewrê.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek da û diyar kir ku mafên rewa yên hebûna gelên Cihû û Fîlîstînî bi rijandina xwînê û tinekirina hevdû nayên bidestxistin û xwest ji bo çareseriya aştiyane û mayînde, operasyonên leşkerî bisekinin.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li pêç çavê hemû cîhanê em şahidî dikin ku pirsgirêkek dîrokî çawa di encama polîtîkayên şaş de rê li ber qirkirinên nû vedike. Polîtîkayên ku hebûna xwe dispêrin tinebûna yê dijberê xwe, çawa di dîrokê de rê li ber qirkirinên mezin vekir, îro jî bi heman rengî dibe sedemê êş, windahî û trajediyên mezin. Şerê Îsraîl û Fîlîstînê di asta neçareserî û qirkirinê de pêş dikeve, sedemê vê yekê israra wan a ji bo tunekirina hebûna hevdû ye.

Îsraîl bi şerekî dagirkeriyê yê mezin bersiva êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan dide ku heya roja me jî didome û her roja borî dijwartir dibe. Şerê Îsraîl-Hamasê veguherî operasyonên cezakirina hemû gelê Fîlîstînê û ev yek dibe sedemê tragedyaya mirovahiyê ya ku telafiya wê nîne. Di vî şerî de li gorî daneyên fermî heya niha 62,700 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 160.000 kes birîndar bûn.

Bi ambargoya hatî pêkanîn, gelê Fîlîstînê terkî mirinê hate kirin û sîstema tenduristiyê hilweşiya. 250 rojnamevanên ku heya niha bûyerên qewimîn ragihandin raya giştî, di êrîşên leşkerî de hatin kuştin. Gelê Fîlîstînê yê li Xezeyê dijî, bi mirinê hatiye dorpêçkirin. Ji gelan re mirin, birçîtî, têhnîtî û dagirkerî nayê qebûlkirin. Weke di şerên dagirkerî û mêtingeriyê de, berdêlên herî giran sivîl didin. Li gorî daneyên UNICEF’ê rojane derdora 28 zarok ji ber bombebarana li ser Xezeyê yan jî ji ber ambargoyê ji birçîtiyê dimirin.

Li seranserî cîhanê rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û rêxistinên navneteweyî ji bo rawestandina operasyonan û rakirina ambargoyê, dikevin nava liv û tevgerê. Lê belê hikûmeta Îsraîlê şûna ku guh bide van bangan, di polîtîkayên xwe yên heyî de israr dike. Tevî hemû bertekan hikûmeta Îsraîlê biryar da ku Xezeyê bi temamî dagir bike. Gelê Cihû yên ku di dîrokê de bi qirkirinên hovane re rû bi rû maye, nabe ku dîrok û pêşeroja xwe ya heq kiriye bi rêbazên qirkirinê û dagirkirinê biparêze. Çareseriya jiyana hevpar a bi gelê Fîlîstînê re ji bo her du aliyan tedbîra ewlehiyê ya herî guncaw e. Hêzên siyasî yên Fîlîstînî jî divê hebûna gelê Fîlîstînê li ser bingeha naskirina hebûna gelê Cihû ava bikin. Divê hikûmeta Îsraîlê li ser vê bingehê li çareseriyê digere û qîmetê bide hewldanên ji bo bidawîkirina şer û divê van hewldanan wekî antîsemîtîzmê krîmînalîze neke. Lê belê divê bizanibe ku dagirkirin û ambargo wê antîsemîtîzmê mezin bike.

Erdên ku têra her kesî dike, ji her kesî re bûye gorê

Wekî gelê Kurd, hesta êş û empatiya kûr a ku me ji şerên înkar û tunekirinê yên nêzîkî 100 sal in pê re rû bi rû ne bi dest xistiye ew e ku tinehesibandin, tinebûn û qebûlnekirin êşek bêhempa ye û divê êş nebe çarenûsa gelan. Polîtîkayên li ser bingeha dewleta neteweyî û nîjadperestiyê dev ji çareserkirina pirsgirêkan berdin ew bi xwe sedema pirsgirêkan e. Nîjadperestî, olperestî û zayendîperestî pêşî heqîqet û exlaqê, paşê mirovahî, xweza, jin û jiyanê tine dikin. Ger em bi li derveyî nîjadperestî, olperestî û zayendîperestiyê li pirsgirêkên dîrokî-siyasî û civakî binêrin, ev wê rê li ber aştî û çareseriyên mayînde veke. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke pirnasnameyî ye û ji ber gelek destpêk li van axan hatiye afirandin, jê re dibêjin dergûşa mirovahiyê. Îfadeya lêgerîna mirovahiyê ya ji bo wateyê, çavkaniya xwe bawerî û olên vê erdnîgariyê digire. Lê belê desthilatdariya li ser ol û civakan hatiye avakirin û bi pevçûn, şer û herî dawî jî bi modela netewe dewletê ya kapîtalîzmê re mekanîzmaya qirkirinê hatiye avakirin. Erdên ku têra her kesî dike, ji her kesî re bûye gorê.

Serok Apo ji bo derbaskirina mekanîzmaya qirkirinê ya ku hemû gelan - Kurd, Ereb, Cihû, Ermenî û Asûrî - tê de derbas dibin, heta bûne koleyên wê û li hemberî tekparêziya netewe dewletê, çareseriya neteweya demokratîk pêş xist. Li hemberî dubendiya bimir-bikuje, dubendiya bijî-bide jiyîn, li hemberî bide winda bike-bide windakirin jî li ser bingeha serketin-serketin a felsefeya çareseriyê ya Neteweya Demokratîk e. Sîstemeke konfederal ku di çarçoveya Civaka Demokratîk û Komara Demokratîk a xweseriya hemû gelan misoger dike, dikare hemû êşên me bi dawî bike û xetereyên qirkirinê ji holê rake. Çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo pevçûna Îsraîl-Fîlîstînê çareseriya herî guncaw e. Ne ferzkirina desthilatdariya ku xwe dispêre olî û nîjadperestiyê, lêgerîna serdestiyê, zîhniyeta tunekirina hevdu û çareseriyên dewletparêziyê, polîtîkayên ku xwe dispêre yekîtiya demokratîk û hevkariya gelan çareseriyê diafirîne.

Serok Apo, bi qasî pirsgirêka Kurd li ser pirsgirêk û çareseriyên gelên Cihû û Fîlîstînî jî disekine. Ji ber ku çarenûsa hemû gelan hevpar e, çarenûsa yekî çarenûsa yê din e. Dema ku li ser vê bingehê modela Neteweya Demokratîk pêş xist, ji bo pirsgirêka Kurd, nakokiya Îsraîl-Fîlîstînê û hemû pirsgirêkên heyî li ser binegha çareseriya hevpar a Rojhilata Navîn nêzîk bûye. Ev ne utopyayek e, modelek çareseriyê ya ku li ber pêkhatinê ye.

Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketiye

Modela Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketiye. Modela rêveberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê prototîpek ji bo Rojhilata Navîn e û sîstemek siyasî ye ku jiyana bi hev re ya mirovan di nava xwe de dihewîne. Çareseriya ku modela rêveberiyê pêşkêş dikare li Rojhilata Navîn were pêşxistin.

Di heman demê de, dewlet amûra bingehîn a sîstema mêtingeh û talankirinê ya ku di dîroka mirovahiyê de bi destê kujeran hatiye pêşxistin û ji ber vê yekê serdestiya mêran e. Sedema bingehîn a ku şoreşa Rojava karibû neteweya demokratîk pêş bixe ev bû ku xwe sipart azadiya jinan. Heta ku em li ser bingeha azadiya jinan nebin kirdeya çareseriyê, em nikarin pêşerojek aştiyane, dadwerî û azad ava bikin. Divê hemû jin bizanibin ku hêza herî bingehîn ku dikare neteweya demokratîk pêş bixe, pirsgirêk û nakokiyên bingehîn ên neteweyî û olî çareser bike, azadiya jinan e. Azadiya jinan tekane hêza ku dikare serdestiya mêr, zayendperestî û şerê desthilatdariya mêran a li ser netewe û olê hatiye ferzkirin ji holê rake.

Li ser vê bingehê em bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku ambargoya li ser gelê Fîlîstînê tê meşandin rake û bihêle alîkariya mirovî derbas bibe. Ji bo çareseriya mayînde, divê operasyonên leşkerî yên li Xezeyê rawestin û pêvajoyeke çareseriya aştiyane têkeve dewrê. Mafên rewa yên hebûna gelên Cihû û Fîlîstînî bi rijandina xwînê û tinekirina hevdû nayên bidestxistin. Lêgerîna çareseriya ya her du gelan ku xwe dispêre şer û pevçûnan, astengiya herî bingehîn a aştiya Rojhilata Navîn e û bandorê li ser çarenûsa hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn a ku pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê li ser bingeha neteweya demokratîk çareser bike, wê aştiyê bîne cîhanê jî. Hemû mirovahî û hemû gel vê aştiyê heq dikin.”