Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 150’yemîn didome
Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 150’yemîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 150’yemîn ve didome
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 149’emîn Lale Bayar daxuyaniyeke nivîskî xwend.
‘26 sale mîmarê azadî, aştî, wekhevî û demokrasiye dîlgirtiye’
Lale Bayar destpêka daxuyaniyê de silav û hezkirinên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û wiha axivî: “Ev 26 sale mîmarê azadî, aştî, wekhevî û demokrasiyê Rêber Apo di encama komployeke bêbext ve hatiye dîlgirtin. Bi salane dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Bi boneya ev tecrîd li ser Rêber Apo bê rakirin li Mexmûr û tevahî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin. Her wiha di encama têkoşîn û sekna ku Rêber Apo 26 sale dide meşandin de û di encama vê berxwedanê de ji bo çareseriya vê pêvajoyê dîrokî bi Rêber Apo re hevdîtin tên kirin.”
‘Em bangî gelê xwe dikin ku erkên xwe pêk bînin’
Lale Bayar di dawiya daxuyaniyê de balkişand li ser erkên ku dikeve ser milên me û wiha got: “Em bang tevahî gelê Kurd ê welatparêz û rûmet dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de erkên dikevin li ser milên me em pêk bînin û bi Rêber Apo re jiyaneke azad jiyan bikin. Ger em wek gelê Kurd hene û dikarin bejin emê hebin ev bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û berxwedaniya 26 sale ya ku li nav çar dîwaran de dide meşandine.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 150’yemîn û dirûşmeyan dawî bû.