KJAR’ê binçavkirina aktivîstên jin şermezar kir
Komleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyek bertek nîşanî li girtina aktivîstên jin ên Îranî da û bal kişand ser piştevaniya jinan.
Navenda Nûçeyan – Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin. Nerazîbûnên li dijî binçavkirina aktivîstên jin her diçe zêdetir dibe.
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyek nêzîkatiyên hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamê ya Îranê li dijî aktivîstên jin rexne kir û piştevaniya xwe bi aktivîstên jin re anî ziman.
KJAR’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku jinan her dem di pêvajoya pêşketinên civakî û siyasî yên Îranê de roleke girîng lîstine û ji ber vê sedemê, di qonaxên cuda de rastî sînordarkirin û zextên ewlehiyê hatine.
Girîngiya piştevaniya civakî û hiqûqî
KJAR’ê da zanîn ku ev zext bi taybetî li dijî jinên ku di aliyê civakî û sivîl de aktîf in tên pêkanîn û hat bîrxistin ku di roja 7’an a merasîma bîranîna parêzer Xosro Elî Kurdî de, hinek jinên beşdar bûne rûbirûyî zextên hêzên ewlehiyê mane .
KJAR’ê di daxuyaniyê de behsa girtin û zextên ewlehiyê kir û îfade kir ku vê helwestê weke di çarçoveya polîtîkayên giştî yên hikûmetê de li dijî xwepêşandan û çalakiyên rexnegir dinirxînin.
KJAR’ê, da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî, Sepîdeh Qoliyan, Hastî Amirî di dema merasîma mijara gotinê de rastî mudaxeleyên zorî yên fîzîkî hatine û bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî û hiqûqî li gelemperî Îranê û daxwaza berdewamiya çalakiyên hevbeş kir.