Jin bi mihrîcana li Silêmanî berhemên xwe pêşan dan

Li Silêmaniyê bi armanca piştgirîkirin û derxistina jêhatin û hêza jinan, bi peşêngtiya Navenda Yekîtiya Jinan a Silêmaniyê ji bo 25 jinên destrengîn mihrîcanek hate lidarxistin.

Silêmanî – Bi pêşengtiya Navenda Yekitiya Jinan ya Silêmaniyê, li Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê mihrîcana karê dest û xwarinên Kurdewarî ji bo 25 jinên destrengîn hate lidarxistin.

Mihrîcana ku bi armanca piştgirîkirin û derxistina jêhatin û hêza jinan hatiye lidarxistin, wê du rojan bidome û ji saet 10’ê sibehê heta 10’ê şevê wê vekirîbe.

‘Gelek başe ku jin bi xwe li ser lingên xwe bi sekinin’

Endama Komîteya Yekîtiya Jinan Jiyan Mihemed wiha got: “Armanca me ya vê mihrîcanê ewe ku jinên karê dest dikin û xwarinên Kurdewarî çêdikin, du rojan karên xwe bidin nasandin û debara xwe peyda bikin. her wiha ji bo alîkariya vê mihrîcanê ez spasiya Niyazxan û Leylaxan dikim. Li vir nêzî 20 kepr heye û her wiha 20 jin bi karên dest û xwarinên Kurdewarî beşdarî mihrîcanê bûn. Ez ji derveyî wek encama amadekar a mihrîcanê, min berhemên xwe yê dest aniye û di vê mihrîcanê de didim nasîn. Ez bi cil û bergên Kurdî, klaw, kofî re mujil dibim. Her wiha ez gelek baş dibînim ku jin bi xwe bikarin xwe li ser lingê xwe bigrin û hertim piştgiriya jinan dikim û hewil didim hêj zêdetir jin bên nava van koman. Ez dixwazim jin berhemên xwe pêşkêş bikin û debara xwe mîsoger bikin.”

‘Divê jin bibin xwedî karê xwe’

Jiyan Mihemed, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin gelek bivê mihrîcanê kêfxweşbûnê û bi taybetî di hilbijartina cihê lidarxistina mihrîcanê ku cihekî serekeye. Her wiha divê jin karên xwe bidomînin û her jinekê kêrhatî û hêza wê ya taybet heye û divê jin bibin xwedî karê xwe.”

‘Bila hemû jinên Kurd di aliyê xwede serkeftî bin’

Beşdarvana mihrîcanê Hêrû Mihemed wiha got: “Ez bi aksesuaran beşdar bûm. Her wiha ev nêzî mehekê min dest bi karê xwe kiriye û ev cara ewil beşdarî van cûrên mihrîcanan dibim. Divê hemû kes bi xebitin û bibin xwedî pîşeya xwe û çavê wan namînin ber destê kesê. Her wiha wiha her jin bi hunera xwe kar bikin û hêz û kêrhatiya wê çiye di wê qadê de bi xebitin. Ez jî dê karê xwe bidomînin û beşdarê mihrîcanên din jî bibim.”

‘Divê jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe’

Endama Navenda Yekîtiya Jinan a Silêmanî Ezîme Mihemed jî wiha axivî: “Ez spasiya şaredarî û rêxistinên jinan dikim ku alîkariya me kirin da ku em mihrîcanek bi vî awayî derbixin û hemû jin berhemên xwe pêşkêş bikin. Ez wek endam û xwediya karê destan beşdarbûm û karê min karê dest e. Her wiha niha piranî jin xwediyê karê xwe ne. Lewma divê jin li ser lingê xwe biksekînin û bibin xwedî aboriya xwe ya serbixe.

Çend cihên me hene ku jinan bi xwe vekirine û serpereştiya wê dikin. Ez hêvîdarim girîngiyek zêde bidin van cureyên mihrîcanan û jin jî beşdar bibin.”