Di Bazara Sersalê ya Mahabadê de berhemên jinan balê dikşîne

Bajarê Mahabadê mazûvaniya bazarekî demsalî ya bi boneya zivistanê û sersalê tê lidarxistin, dike. Ev bazar îsal, bi beşdariya xurt a xwediyên stantên herêmî û bi taybetî rola çalak a jinan di pêşkêşkirina berhemên dest û malê de, pêktê.

NIYAD RAD

Mahabad – Di rojên sar ên ber bi zivîstanê de, bajarê Mahabadê carek din mazûvaniya bazara bi boneya zivistanê û sersalê hate li dar xistin, kir.

Ev bazara demkî ya bi gelemperî di dawiya her demsalê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin, ji seranserê Îranê xwediyên stantan li hev diciviyan, lê bazara Sersalê ya îsal bi gelemperî pêşkêşkirina berhemên xwediyên stantên herêmî derdikeve pêş.

Jinan, mîna salên borî di vê bazarê de jî di stantên firotanê de roleke girîng dilîstin. Berhemên dest û malê yên mîna sabûn, tirşî, sos û serbetên malê, fêkiyên hişkkirî, dermanên xwezayî û biharat ên bi dest hatine çêkirin, cih digre. Her çend ji ber pirsgirêkên aborî beşdarbûn û firotina berhaman kêm e jî, hinek berhem eleqeyek mezin dibîne.

‘Bazar wê heta 25’ê Kanûnê bidome’

Stanta sabûnên bi dest hatine çêkirin, yek ji wan stantên herî zêde tê ziyaretkirin e û ji aliyê Munira Marûfî ve tê birêvebirin. Munira Marûfî, 20 sal in di qadê warî de dixebite û îsal mîna "karsazek mînak" hate hilbijartin. Munira Marûfî, der barê berhem û rewşa firotina xwe de, wiha got: "Me di vê pêşangehê de ji bo sabûnên bi dest hatine çêkirin, standek biçûk vekir. Pêşangeh di 6’ê Kanûnê de dest pê kir û dê heta 25’ê Kanûnê bidome. 46 cureyên sabûnên me hene û ji bo pirsgirêkên çerm ên cûda ne. Sabûnên me yên pêşîlêgirtina pizrikan, dijî lekeyan, ciwankirin, pêşîlêgirtina ekzema û her weha sabûnên ku pêşiya werihîna por digre û por xurt dike, hene. Firotinên di çend rojên dawî de ne pir baş bû, lê xerîdarên me hene. Berhem ewqas zarîf û estetîk in ku hinek kes wan bi pasta an jî mûman re tevlî hev dikin. Ez neçar dimînin diya bikim ku berhemên min sabûn in.”

Standên din, di aliyê berhemên xerîdar ên mîna xwarinên herêmî an jî biharatan de rastî eleqeyek mezin tên, lêbelê rûxmê ku biha ji bazarên din erzantir in, hinek xerîdar kirînên xwe kêm dikin an jî bi tevahî dev jê berdidin. Rûxmê van hemû zehmetiyan jî, Bazara Sersalê ya Mahabadê, ji bo firoşkaran û bi taybetî ji bo jinên ku dixwazin huner û hilberên xwe nîşan bidin, hêvî dide û derfetek mezin peyda dike ku berhemên herêmî û kelûpelên dest bi bihayên maqûl bibin malên xwe.