KCDP: Di meha Adarê de li Turkiyê 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Adarê de li Turkiyê 24 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 19 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Cinaytên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir. Li gorî raporê, di meha Adarê de li Turkiyê 24 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 19 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku 12 jin bi hinceta dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin hatine qetilkirin.
Li gorî raporê, ji 24 jinên di meha Adarê de hatin qetilkirin 11 jin ji aliyê mêrê pêre zewicî, 3 jin ji aliyê mêrê pê re, 2 jin ji aliyê xizmê xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 2 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê kesê ku nas dike ve û jinek jî ji aliyê kesê ew dişopand ve hate qetilkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 63’ê wan li malên xwe hatine qetilkirin.