Têkoşîna edaletê di roja 390’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 390 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didomîn, dê îsal jî fitara xwe ya ewil li ber edliyeyê bike.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 390’ande berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

Fitara xwe li ber edliyeyê bikin

Dayik Şenyaşar û kurê wê par rojiya xwe ya ewil li pêş Edliyeya Rihayê vekirî bû. Ji ber roja meha Remezanê ya ewil e wê dayik û kurê wê di saetê êvarî de bên ber Edliyeya Rihayê û fitara xwe bikin. 

“Kesên rojiyê digirin mecbûr in adil bin”

Malbatê di hesabê xwe yê medyayê de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan etiket kir û ev parvekirin kir: “Em fitara xwe li pêş mala xwe, Edliye Rihayê vedikin. Em amade ne ku nanê xwe bi her kesê ku tê re parve bikin. Dayik 390 roj in li pêş deriyê edliyeyê ye, kesên fermana serweran pêktînin jî di malên xwe yên germ de ne. Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin.”