"Rêber Apo em kirin xwedî hebûn, nasname, partî, artêş û vîn"

Endama Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif bi munasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Rêber Apo ji bo me çavkaniya jiyanê ye."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li gelek deveran bi pêşengiya jinan di aliyê jîngeyê de dar tên çandin, di aliyê hunerî de jî ji pêşangehên hunerî heta şevbêriyên dengbêjiyê gelek çalakiyên cihêreng tên lidarxistin. Îsal jî ji 21’ê Sibatê de mehrîcana zarokên dibistanan a ji aliyê Desteya Perwerdê ve hatî organîzekirin despêkiriye, li Şengalê jî pirojeşa şînkirina derdorê despêkiriye û li her devera wê dar tên çandin, li Rojava jî bi xebatên Keziyên Kesk re xwe digihîne her deverê û çandina daran dewam dike. Endama Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif behsa xebat û pirojeyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan pêkêş kiriye, kir.

"Rêber Apo em ji pêvajoya qirkirinê derbasî ya hebûn û pêşengiyê kirin"

Felek Yusif di destpêkê de rewşa jin û gelê Kurd wiha nirxand: "Rêber Apo, ango birêz Abdullah Ocalan kesayeteke ku bi giştî gelê Kurd û weke jin bi taybet ji tunebûnê derbasî hebûnê kirin. Weke fîzîkî em xwedî hebûn bûn, lê em weke nasname, çand, kesayet, hizir û rol hatibûn pişaftin. Rêber Apo dibêje gelek bûyerên ku min di zarotkiya xwe de jiyan kiribûn, ji min re bûn lêgerîn. Weke zewaca hevala wî Elêf ya di temenekî biçûk de, her wiha zewaca xwîşka wî ku bi çiwalên genim re hat guhertin û di kesayeta dayîka Oweyş de lêgerînên Rêber Apo yên li ser mijara jin destpê kirin. Di encama lêkolîn û lêgerînên Rêber Apo em îro weke jin bûn xwedî kesayet, hebûn û rol. Di kesayeta şehîd Zîlan de jin bûn xwedî partî û rêxistin, di kesayeta şehîd Bêrîtan de jin bûn xwedî artêş, parastin û hêz. Pirojeya ku seroketî ji me re pêşkêş kir, em kirin xwedî kesayet ku em li ser axa xwe bi rûmet û vîna xwe bijîn. Ji vê yekê zêdetir, Rêber Apo em îro kirin pêşengên şoreşan, pêşengên bi cih anîna hêviyên jinan û gelan yên azadiyê. Me gavên dîrokî di qadên jiyanî, parastin, siyaset, rêxistinî û hwd avêt.

"Jin dîroka azadiyê dinivîsin"

Felek Yusif di domandina axaftina xwe behsa têkoşîna jin kir û got: "Me weke jin dîrok sererast kir, Rêber Apo jî vê yekê dibêje ku dîroka koletiya jin nehat nivîsandin, dîroka azadiya jin jî li benda nivîsandinê ye. Ev dîrok di roja îro de ji aliyê jinan ve tê nivîsandin. Jiyana rast ku ji rê derketiye, Rêber Apo jî dibêje li vê jiyanê îxanet hatiye kirin. Rêberê me jî ev îxanet qebûl nekir, jiyan sererast kir û altirnatîf ji bo me pêşkêş kir. Em jî weke jin xebata xwe li ser vê bingehê didin meşanin da ku em li gor hêvî û baweriya Rêber Apo derkevin. Ji bo vê em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Di 4ê Nîsanê de em weke jin ji nû ve dayîk bûn, em bûn hebûn, vîn û mirov. Jin di bin 9 tebeqe ax de hatibûn spartin, Rêber Apo hîşt ku em tebeqeyên koletiyê bikolin û derkevin."

Felek Yusif bal kişand ser girêdana di navbera şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê hat destpê kirin, bi pêşengiya jin tê nas kirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berferehbû. Tişta ku hîşt şoreşa me bi serkeve û em bibin xwedî piroje û altirnatîf bîrdoziya Rêber Apo ye. Di nava aloziya Sûriyê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiyana xwe didomîne. Paradîgmaya Rêber Apo di jiyanî de hatiye naskirin û pêk anîn, ev yek ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bû ye hêvî. Ji lewra dema ku em vê pirojeyê dinrxînin, em dighêjin encamê ku ev model ya herî baş û serkeftî ye. Çareseriya tevahî pirsgirkên gelan bi paradîgmaya Rêber Apo pêkan e."

"Têkoşîn û xebata me ji bo azadiya Rêber Apo ye"

Endama Meclîsa Edaleta Jin Felek Yusif bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi vê boneyê dibêjin ku armanc, têkoşîn, xebat û soza me ewe ku em şopdarên bîrdoziya Rêber Apo û şehîdên vê xetê bin. Bawerî û hêviyên Rêber Apo ya bi me, emê weke jin layîqê wê bin. Heta ku em Rêber Apo ji nava pencên komplogeran rizgar nekin, em tu carî têkoşîna xwe ranewestînin. Her wiha emê bi fikir û felsefeya azadiyê tevahî jinên cîhanê azad bikin. Armancên me yên ku em ji bo wê têdikoşin diyarin, ji ber vê emê bê navber li berxwe bidin. Em bi navê tevahî jinên Kobanê jî silavên heta gireva Îmraliyê dişînin û em 4`ê Nîsanê pîroz dikin."