Jinên Kurd û Suryan: Kesên destdrêjî li sembol û nirxên jinan kirî bila bên cezakirin
Rêveber û berpirsên (PYD), Meclîsa Ol û Baweriyan û Saziya Jinên Suryan bi tundî bertek nîşanî bûyerên li Hesekê û binpêkirina sembol û nirxên jinan û destdirêjiya wêneyê Sakîne Cansiz dan û daxwaza cezakirina kiryaran kirin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Di 13’ê Cotmehê de di encama xwepêşandanek xelkên taxa Xiwêran û Neşwayê yê li parêzgeha Hesekê de, heqaret û bêrêzî li sembolên Kurdî û destdirêjî li wêneyên şoreşgera jin Sakîne Cansiz kirin. Ev êrîş, rastî bertekên tund hat.
Têkildarê bûyerê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyhan Mûrad, Endama Meclîsa Ol û Baweriyan Delal Xelîl û Berpirsa Saziya Jinên Suryanî Corcêt Bersûm ji ajansa me re axivîn.
‘Îro li ber çavên hikûmeta demkî êrîşî sembol û nirxên me dikin’
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyhan Mûrad di destpêka axaftina xwe de behsa alî û hêzên ku dixwazin lihevkirinên ku li Sûriyeyê çêbûne têk bibin kir û wiha got: “Kesên pêlî nirx, sembol û wêneyên şehîdên me dikin, wê cihê wan di Sûriyeyê de nebe û hewldanên wan ên valaderxistina projeya me wê têk biçin. Îro li ber çavê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ev êrîş li dijî me çêdibin. Ew ne tenê bêrêzî li hember nirxên me dikin, şehîdên me bi erdê re kaş kirin, serê wan jêkirin û bedena wan parçe parçe kirin û di bin îşkenceyê de şehîd bûn. Em van êrîş û nêzîkatiyan qebûl nakin.”
‘Ev ne êrîşên eşîran in’
Eyhan Mûrad tekezî li ser domandina têkoşîn û berxwedanê kir û da zanîn ku kesên bêrêziyê û tevleheviyan çêdikin naxwazin ewlehî, aramî, yekîtî, biratî, hevgirtin û biratiya gelan ava bibe û wiha dewam kir: “Îro bi navê eşîran êrîşan pêk tînin, lê ev ne êrîşên eşîran in, ji ber li vir xwîna Kurd, Ereb, TIrkman Suryan-Aşûr jî bûye yek. Kî li pey van komên ku êrîş dikin be, bila baş zanibin ger îro pişta xwe bi wan germ dikin, ew ê nikaribin îradeya gelê me bişkînin.”
‘Nexwazên nenaskirina nasname û azadiya jinan di destûrê de vala derxînin’
Eyhan Mûrad bal kişand ser hewldanên hikûmeta demkî ya nenaskirina îradeya jinan bi temamî di destûrê de û wiha pêl da gotina xwe: “Rêber Apo dibêje wî azadiya jinê nîvço hişt, em jî jêre dibêjin ku wê azadî bi azadiya wî re temam bibe. Divê hemû jin li ser piyan bin, da ku hewldanên komên çete û kesên naxwazin ewlehî çêbibe, îrade, nasname û azadiya jin di destûr û entegrasyonek demokrat de misoger bibe, vala derxin.”
‘Em îro hemû Sakîne Cansiz in’
Eyhan Mûrad got ew hemû Sakîne Cansiz in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di avabûna komên destpêkê yên şoreş û tevgerên dinyayê de jin nînbûn û bi xwere jî nekirin heval. Lê Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên vê tevgerê bû. Bi salan di girtîgehê de ma û parçeyên bedena wê jêkirin. Li Parîsê welatê parastina mafên mirovan Sakîne Cansiz hat qetilkirin. Lê îro em îro hemû Sakîne ne, em şagirtên wê ne û wê hebûna me li qadan jî kêm nebe, ji ber xwîna wê di me de sar nebûye.”
‘Êrîşên hişmendiyê îro pratîka li ser erdê ne’
Endama Meclîsa Ol û Baweriyan Delal Xelîl zagon û mafên navneteweyî bibîr xist û got ku çi xwepêşandan bên lidar xistin divê aştiyane û xwedî pîvan be û bi van gotinan li hember bûyera bêrêziya li nirx û sembolên Kurdî li Hesekê çêbûn, bertek nîşan da: “Îro em rûbirûyê êrîşên hişmendiyê tên ku pratîka wê li ser rûyê erdê ne. Ne ola îslamê û ne jî nirxên civakî vê bêrêziyê dipejirîne. Bêrêziya li hemberî wêneyên şehîdên jin pîvanên zagonî, civakî û asta hovîtiyê jî derbas kiriye.”
‘Divê kesê destdirêjî li wêneyê Sakîne Cansiz kir, bê cezakirin’
Delal Xelîl daxwaz ji aliyên pêwindîdar kir ku belge û dîmenan kom bikin da ku kesên destdirêjî kirine bên darizandin û wiha domand: “Dîmenên bêrêzî û destdirêjiya li hember wêneyê şehîd Sakîne çêbû, gelek biêşin. Divê rêz ji têkoşîna wê re bê girtin. Ji ber ew nûnertiya hemû civakên serbixwe, azad û pêşketî dike. Em daxwaza cezakirina kesê destdirêjî li wêneyê şehîd Sakîne Cansiz kir dikin, ji ber ku destdirêjiyê li nirxê me yê civakî û exlaqî dike.”
Helwesta jinên Suryan
Berpirsa Saziya Jinên Suryan Corcêt Bersûm jî balkişand ser helwesta wan a li hember her kesê ku nefretê teşwîq dike û her kiryarek ku rûmeta mirovan, pîroziya nemiran û sembolên wan binpê dike, zelal û tund e û wiha got: “Destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin ne tenê kiryarek li dijî jinên ku ji bo armanc û rûmeta xwe canê xwe feda kirine nayê qebûlkirin e, heqareta li nirxê jinan, fedakarî û têkoşîna wan û tevahiya civakê ye.”
‘Êrîşên îro tirsên rewa yên binpêkirinek berfirehtir çêdike’
Corcêt Bersûm da zanîn ku jinên Suryanî van pêkanînên êrîşkar red dikin û wan wekî çavkaniyek rast a fikaran ji bo hemû jinan dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Armancgirtina jinan û sembolên wan, tirsên rewa yên binpêkirinek berfirehtir a rûmet û mafên jinan çêdike. Lê belê, em ê nehêlin ku tirs di navbera endamên civaka me de veguhere dabeşbûn an nefreta hevbeş. Li vir, em bi evîn, tolerans û hevgirtinê têne yekkirin, em yek malbat in.”
Corcêt Bersûm got ku herêm niha qonaxeke nû ya entegrasyona saziyan dijî û ew ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Dibe ku hin alî hewl bidin nakokî û nefretê biçînin, her wek hin kom û beşên civakê jî reş bikin. Ji ber vê, divê em hişyar bin û bi tundî li dijî kiryarên wiha bisekinin.”
‘Rêzgirtina li jinan rêzgirtina li bingehên jiyana hevbeş e’
Corcêt Bersûm bal kişand ser êrîşên li ser jinan û wiha got: “Em piştrast dikin ku rûmeta jinan ne tenê meseleya komeke taybet e, meseleya tevahiya civakê ye. Rêzgirtina li şehîdan, têkoşîna jinan û mafên wan, rêzgirtina li rûmeta mirovan û bingehên jiyana hevbeş a ku em li herêmê dijîn e. Avakirina Sûriyeyeke bi ewle, piralî û demokratîk bi dirûşmeyan nayê bidestxistin. Bi parastina maf û destkeftiyên cihêreng ên ku jinan û tevahiya herêmê, bi avakirina çandeke rêzgirtin, wekhevî, edalet, evîn û aştiyê bi dest xistine pêk tê.”
‘Pêwîstî bi helwestek berpirsyar û tedbîrên zelal hene’
Corcêt Bersûm di dawî axaftina xwe de ev bang kir: “Tiştê ku îro pêwîstiya me pê heye helwesteke berpirsyar û tedbîrên zelal in. Bi şermezarkirina van kiryaran û hesabpirsîna berpirsyaran li gorî yasayê dest pê dike. Ji bo ku pêşî li dubarebûna gotinên nefretê bê, berpirsyarî dikeve ser milê saziyên fermî, rêxistinên civakî û jinan. Berpirsyariya parastina jinan, parastina rûmeta wan û mîsogerkirina ku kes ji berpirsyariya yasayî jêvenegere.”