Ji Mamoste Nesrîn Ehmed hişyariya windabûna zimanê dayîkê
Mamoste Nesrîn Ehmed hişyarî da ku xetere li ser zimanê dayîkê heye û bang kir: “Ji bo parastina çand û nasnameya Kurdî, divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî- Zimanê dayîkê ne tenê amûrek ragihandinê ye, beşek girîng ê nasname, dîrok û çanda her neteweyek e jî. Perwerdekirina zarokan bi zimanê wan ê dayîkê û avakirina têkiliyek xurt di navbera zarokan û zimanê Kurdî de, ji bo parastina ziman û veguhastina mîrasa dîrokî û çandî ya ji bo nifşên pêşerojê, gavek girîng e. Di dîroka dirêj a rûbirûbûna li hemberî siyaseta ferzkirina ziman û tengkirina qadên bikaranîna zimanê Kurdî de, parastina ziman tê wateya parastina nasname û hebûna civaka Kurd.
‘Parastina zimanê Kurdî beşek ji nasname û hebûna wê ya civakî ye’
Ziman ji bo gelên wek Kurdan ku xwedî dîrokek dirêj a rûbirûbûna li hemberî siyaseta dagirkeriyê û ferzkirina ziman û çandê ji aliyê desthilatdaran ve, beşek bingehîn a nasnameya civakê ye. Parastina zimanê Kurdî beşek ji nasname û hebûna wê ya civakî ye. Di vê navberê de, jin, bi taybetî dayîk, di veguhastina ziman a di navbera nifşan de rolek girîng dilîzin. Zarok di qonaxa destpêkê ya jiyanê de bi zimanê xwe yê dayîkê têkiliyê datîne û pir caran yekem peyv û îfadeyên xwe di hembêza dayîka xwe de hîn dibe. Lewma, zimanê dayîkê dibe pira destpêkê ya di navbera zarokan û malbat, civak, dîrok û nasnameya wan de.
‘Divê dayîk girîngiyê bide zimanê xwe’
Mamoste Nesrîn Ehmed derbarê girîngiya zimanê dayîkê de ji ajansa me re axivî. Nesrîn Ehmed destnîşan kir ku ziman nasnameya her neteweyek e û wiha domand: “Ji bo parastina wê nasnameyê, divê em girîngiyê bidin zimanê xwe yê dayîkê. Divê zarok li malê bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin. Divê dayîk girîngiyê bide zimanê xwe, ango zimanê Kurdî. Erebî û Farisî, bandorê li kesayetiya zarok a di aliyê zanîn û kesayetiya malbatên cûda de dike. Asta me ya perwerdeyê bilind e. Em girîngiyê didin ziman. Em hewl didin zarokê xwe fêr bikin, em girîngiyê didin parastina ziman.”
‘Zimanê dayîkê pira ewil a di navbera zarok û malbat, civak, dîrok û nasnamê de ye’
Nesrîn Ehmed da zanîn ku hin malbat hene girîngiya ziman li ber çav nagirin û hewl didin zarokên wan bi zimanê duyem biaxivin. Nesrîn Ehmed ji bo malbatan ev hişyarî kirin: “Ji ber asta çandê û pêşketinên teknolojiyê û her wiha ji ber pêşketina bilez a agahiyan, hewl didin zarokên wan bi zimanên duyem û sêyem û çend zimanên din biaxivin. Jin, bi taybetî dayîk, di veguhestina ziman a di navbera nifşan de roleke girîng dilîzin. Zarok di qonaxa destpêkê ya jiyana xwe de bi zimanê dayîkê têkilî datîne û gelek caran peyva yekem îfadeyên xwe, di hembêza dayîka xwe de hîn dibe. Ji ber wê, zimanê dayîkê pira ewil a di navbera zarok û malbat, civak, dîrok û nasnameyê de ye.”
‘Di vê qonaxê de zimanê dayîkê rastî metirsiyê ye’
Nesrîn Ehmed da zanîn ku zimanê Kurdî gelek girîng e û gelek xwîn ji bo wê hatiye rijandin û wiha domand: “Divê em di vê demê de têkiliya xwe ya bi çanda xwe re xurt bikin. Çanda welatên din bi awayek berçav bi civaka Kurd re tevlîhev bûye. Divê her kes berpirsyariya xwe ya parastina çanda Kurdî bi cih bîne. Yek ji beşên herî girîng ên çandê, ziman e. Zimanê dayîkê di vê qonaxê de rûbirûyê xetereyê ye, lewma divê em pir baldar bin. Wek mamoste, divê em civakê agahdar bikin û bi rêya medyayê derbarê zimanê Kurdî de hişyariyeke zêdetir biafirînin. Divê em zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û hewl bidin ji van xetereyan rizgar bikin.”
‘Divê dayîk û bav baldar bin’
Nesrîn Ehmed anî ziman ku divê zimanê dayîkê bê parastin û got: “Divê em nebêjin ev Roja Zimanê Dayîkê ye, divê em her roj li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin. Mamosteyek an karkerek an li her deverek an karsazek ku hewl bidin bi Kurdî biaxivin. Ji ber em Kurd in, divê em girîngiyê bidin ziman, ne ku kesek bê û bi zimanên din biaxive. Ev yek dê bandorê li zarokan û paşeroja neteweya me bike. Dibe ku gelek kes ji wê yekê haydar nebin ku me ji bo neteweya xwe têkoşîn kiriye û yek ji sedemên mayîna neteweyê jî ziman e. Divê dê û bav baldar bin. Ger zarok ziman fêr bûbe û hewl bide zimanek duyemîn fêr bibe, divê ew bên hînkirin ku zimanê xwe yê dayîkê ji bîr neke. Divê em ji wan re rave bikin ku dîrok û çanda me bi zimanê me ve girêdayî ne. Ger hûn ziman bi berdewamî bi kar neynin û pê naxivin, ev yek dê bibe sedema windabûna çand û dîroka me.”
‘Ziman mertalek ji bo parastina her netewek e’
Nesrîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê mamoste her roj bi rêya stran û sirûdan, bi berdewamî wan fêrî zimanê Kurdî bikin û ev pêşniyar kirin: “Ev dê bandorê li bala berdewam a zarok li ser zimanê wan bike. Hin şêwaz û çandên biyanî bi taybetî bi rêya ciwanan ketine nav civakê. Hin ji wan ji çand û jiyana civaka me re biyanî ne û divê em hewl bidin xwe ji van çandan dûr bigirin, da ku ciwanên me tevlihev nebin. Li dibistanên taybet, çend zimanan bi zarokan didin hînkirin. Her çend zimanê dayîkê li malê bê hînkirin jî, li dibistanên taybet zimanekî duyem tê axaftin.
‘Ger wiha bidome, zimanê Kurdî dê ji holê rabe’
Dema em hatin Erebkirin, Ereban dixwestin zimanê Kurdî bikujin. Dibistan bi piranî Erebî bûn, lê em dîsa jî bandor dibin. Ez pir caran ji bîr dikim ku wê peyvê bi Kurdî bi kar bînim. Xwendekarek ku li dibistanê bi zimanekî duyem diaxive, her çiqas bi berdewamî hewl bide vê yekê bike, nikare bala xwe bide ser zimanê xwe yê dayîkê. Ger wiha bidome, zimanê Kurdî dê ji holê rabe. Ez ji dibistanên giştî û taybet daxwaz dikim ku girîngiyê bidin zimanê Kurdî û bi berdewamî ji zarokan re rave bikin ku divê em zimanê xwe ji bîr nekin. Ziman mertalek ji bo parastina her neteweyek e, ne tenê Kurdan. Divê her dayîk wê mertalê bide zaroka xwe.”