Jinên ku name nivîsandin: Hêviya me dîtina Rêber Apo ye
Jinên ji bajarê Qamişloyê ku tevlî kampanyaya nivîsandina nameyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibûn û name nivîsandibûn, dan zanîn ku hêviya wan dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Kongra Star a Kantona Cizîrê di 1’ê Cotmehê de kampanyaya nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Hezar û 575 jin ji bo dengê xwe bigihînin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qamişloyê name şandin. Jinên ku van nameyan nivîsandin, hestên xwe parvekirin. Jinên ku gotin “Jin ji tarîtiyê bi felsefeya Rêber Apo derketin ronahiyê” anîn ziman ku hêviya wan dîtina Abdullah Ocalan e.
‘Rêber Apo pêşengê aştî û demokrasiyê ye’
Xebat Beşîr behsa kampanyaya nivîsandina nameyên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dabûn destpêkirin kir û wiha got: “Di 1’ê Cotmehê de me kampanyaya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Apo dabû destpêkirin. Em dixwazin Rêber Apo bibînin. Di vê derbarê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê kampanyayê bûn û name ji Rêber Apo re nivîsandin. Em jî weke jinên Qamişloyê tevlî vê kampanyayê bûn, ne tenê jinên temen mezin, jinên ciwan jî heta zarok jî tevlî vê kampanyayê bûn û name ji Rêber Apo re nivîsandin. Tevlîbûna me ya vê kampanyayê, bi helwestên dayîkan, zarok û jinên ciwan jî hatin diyarkirin ku çiqas em dixwazin Rêberê xwe bibînin. Rêber Apo pêşengê aştî û demokrasiyê ye.”
‘Jin ji tarîtiyê bi felsefeya Rêber Apo derketin ronahiyê’
Xebat Beşîr bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk e, ev bang bangek dîrokî ye. Dide diyarkirin ku Rêber Apo çiqas ji bo mirovahiyê dixebite. Em dibînin, her roj gavên pir baş ji bo vî gelê tên avêtin lê dewleta Tirk heta niha ji bo aştiyê tu gav navêtiye û Rêberê me hê jî girtî ye. Em dixwazin rêberê xwe di nav xwe de azad bibînin. Ji ber ku hêviya me dîtina Rêberê me ye. Îro em dibînin ku jinên ji zihniyeta zilamperest hatine rizgarkirin bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo, çawa têdikoşin. Jin ji tarîtiyê bi felsefeya Rêber Apo derketin ronahiyê. Ji bo wê jî em ê li ser felsefeya Rêber Apo bimeşin û Rêberê xwe bi fizîkî azad bikin.”
‘Wê jin jî xwedî li keda Rêbertî derkevin’
Sîham Ocman jî bal kişand ser komploya navdewletî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin û wiha bi dawî kir: “27 sal in Rêberê me hatiye dîlgirtin. Rêber Apo miroveke zana ye, ji bo mirovahiyê gelek ked daye loma komploya navdewletî li ser Rêber Apo dan meşandin. Ji bo wê jî em tevlî kampanyayê bûn û di nameyên xwe de me diyar kir ku em dixwazin Rêberê xwe bi fizîkî azad bibînin. Heta kengê wê Rêberê me di zindanê de be em êdî nema radiwestin em ê li kolanan bin, em ê têbikoşin û her dem ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayan bidin destpêkirin. Bi saya fikir û felsefeya wî Şoreşa Rojava dest pê kir û em dibînin ku jin bûne pêşengên civakê. Jin jî wê xwedî li keda Rêbertî derkevin û şopdarên felsefeya Rêberê xwe bin heta ku Rêberê xwe azad bikin.”