Xwendekar daxwaza bûrsa xwe ya mehane dikin
Ji ber krîza aborî ya herêma Kurdistanê ku bandorê li hemû beşên civakê dike, xwendekar jî ji qutkirina bûrsa mehane zirarê dibînin û dibêjin: “Bûrsa mehane bi taybetî ji bo xwendekarên di yurdan de dimînin gelek pêwist e.”
ŞIYA KOYE
Koye – Bûrsa mehane ya xwendekarên zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê beriya sala 2015-2016’an ji aliyê hikumeta herêmê ve her meh dihat dayîn lê belê di sala 2025’an de ji ber krîza aborî bûrs hat qutkirin ku mehane 40 hezar ji bo xwendekarên di nava bajaran de û 60 hezar ji bo xwendekarên derveyî bajar dihatin û di yurdan de diman didan dihat dayîn. Niha herêma Kurdistanê di nava krîza aborî de ye û malbat ji ber nebûna kar û paşketina mûçe, di rewşeke xirab de dijîn. Ji ber wê gelek pêwistiya xwendekaran bi bûrsa mehane heye.
‘Divê wekî berê bûrs were dayîn’
Aşna Mihemed ku beşa karêgerî ya peymangeha Teknîkî ya Koye dixwîne têkildarî bûrsa xwendekaran wiha got: “Bûrs ji bo hemû xwendekaran gelek pêwist e, bi taybetî ji bo xwendekarên ku ji bajarên din tên dixwînin û li yurdan dimînin. Qutkirina bûrsê bandoreke neyênî li xwendekaran dike. Divê weke berê dîsa ew bûrs were dayîn. Gelek xwendekar hene ji ber bêperebûnê dest ji xwendinê berdidin. Xwendekar hene di qonaxa duyem de dest ji xwendinê berdane. Ji ber krîza aborî û bêmûçebûnê zêdetir zext li ser malbatan dike û nikarin xerca zarokên xwe dema diçin zanîngeh û peymangehan dabîn bikin.”
‘Krîza aborî bandora neyênî li me kiriye’
Aşna Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo xwendekarên keç ev rewş girantir e û ji ber ku xwendekarên kur dikarin di rojên navberê de biçin bixebitin lê belê ji bo xwendekarên keç derfetên kar tunene. Carna xwendekaran ji malê pere nedianîn, bûrsê têra pêwistiyên wan dikir. Lê niha ew bûrs nayê dayîn. Krîz bandorek neyênî li me xwendekaran dike divê bûrs wek ewil ji xwendekaran re were dayîn.”
‘Rewşa aborî ya hemû xwendekaran nebaş e’
Heybe Mihemed xwendekareke din a peymangeha Teknîkî ya Koye ye têkildarî birîna bûrsê ji aliyê hikumeta herêmê ve wiha got: “Gelek pêwistiya xwendekaran bi bûrsê heye, ji ber piranî xwendekarên me rewşa wan a aborî xirab e, bi taybetî di vê dema ku sê mehan qet mûçe nehatiye dayîn de. Dayîk û bavên mûçexwer bê mûçe ne, ji ber wê em dixwazin bûrs dîsa were dayîn. Gelek deman me di nava xwe de pere kom kiriye ji bo ew xwendekarên ku nikarin pereyê xwendinê bidin û pêwistiyên xwe bigre.”
‘Li cihê bûrsê zêde bikin bi temamî qut kirine’
Sumeye Simko xwendekara qonaxa duyem a beşa karêgerî kar a peymangeha Teknîkî ya Koye ye wiha got: “Ez li yurdê dimînin û bûrs ji bo xwendekaran, gelek pêwist e, bi taybetî ji bo yên ku li yurdan dimînin, ji ber xerca wan gelek e, ji derveyî wê jî xwendekar bi pere melzemeyên xwe dikirin. Niha li cihê ku wê bûrsê zêde bikin bi temamî qut kirine.”