Rejîma Îranê sê sal û şeş meh cezayê girtîgehê da Dinya Huseynî

Şaxa 36’an a Dadgeha Îstînafê ya Taharanê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî rejîmê ji bo xurtkirina rejîma Îsraîlê’ li Blogger Dinya Huseynî birîn.

Navenda Nûçeyan – Blogger Dinya Huseynî ku ji Huzistnaê ye û li Tahranê dijî, berê ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji ber sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê ji bo xurtkirina rejîma Îsraîlê’ 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ev hikum ji aliyê Şaxa 36’an a Dadgeha Îstînafê ya Tahranê ve hate erêkirin. 

Ev biryar di qonaxa destpêkê de ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya Dadwer Îman Afşarî, hatibû dayîn.

Roja 16’ê Hezîranê duşemê hêzên ewlehiyê li ser mala Dinya Huseynî li Tehranê girt û ew binçav kir û di hevdîtinek kin a têlefonê de, ragihandin ku ew ji bo Girtîgeha Evînê hatiye veguhastin. Piştî binçavkirinê memuran mala wê jî mohr kirin. Roja Yekşemê 12’ê Tebaxê, ew bi kefaleta 3 milyar tûmenî heta dawiya darizandinê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qerçax a li Varaminê hate berdan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Dinya Huseynî, bi nasnav ‘Dinya Azad’, berê di 11’ê Tebaxa 1402’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser amûrên elektronîk û nivîsên wê. Ji dozeke cuda di sala 1402’an de mehkumî 5 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan hatibû kirin.