Sara Şerîfî ya şahdiya sê şeran kir: Ez ji bo nifşên pêşerojê têdikoşim

Sara Şerîfî ya li Efganistanê ji êrişên Rûsyayê heya hilweşîna hikumetan û hatina Talîbanê şahdiya sê şeran kiriye dibêje: “Di nava wê tarîtiyê de, ez ji dayîka xwe fêr bûm çawa weke xwe bimînim, bixwînim û netirsim.”

BAHARAN LEHÎB  

Kabîl – Li dilê Efganistanê, jinek ku ji zarokatiya xwe ve şahidiya tundî û şer dike, dijî; ji dagirkirina Rûsan bigre heta desthilatdariya Talîbanê. Ew tenê sax nemaye, riya jiyana xwe veguherand perwerde û têkoşîna ji bo mafên jinan. Çîroka wê ya bi êş, bi berxwedan û hêviyê dagirtî ye; ev çîroka jineke ku di şert û mercên nemirovane de mezin bûye, koçber bûye û bênavber ji bo rizgariya jinên welatê xwe têkoşiyaye.

Sara Şerîfî wiha dibêje: “Li Efganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de dijîm. Ez nişteciha paytextê me û li yek ji taxên herî nûjen ên Efganistanê dijîm. Dema ji dayik bûm, welatê min di bin dagirkeriya leşkerî ya Rûsyayê de bû. Bavê min muxalîfê hikûmeta kûkla ya Rûsyayê bû, du caran ketim girtîgehên tirsnak ên Gel û Parçemê.”

Sara Şerîfî dibêje ku bavê wê carna qala îşkence û muameleya xerab ku li girtîgehê dîtibû, kiriye ku tiştên mûyên mirovan gijgijî dikirin hebûne. Sara Şerîfî wiha didomîne: “Ji lêdanê bigre heta heqaretên li dayik û xwişkan, ji tazîkirinê bigre heta rijandina rûnê germ, ji kişandina neynûkan bigre heta şokên elektrîkê, ji şewitandina bedenên tazî yên di sermayê de bigre heta neçarkirina bi saetan li ser piyan rawestîn û veşartina mirovan a bi awayekî zindî… Hêzên Rûs û hikûmeta wan a kûkla êrîşê gundan dikirin û dema gel li ber xwe dida, serî li bombebaranê û her cure zulmê didan. Di vê pêvajoyê de Emerîka, Pakistan, Îran û Erebistana Siûdî ji vê derfetê sûd girtin û li Peşawerê heft partiyên Cemaetê û heşt partiyên din ên Cemaetê yên bi îdeolojiyên radîkal ên wekhev ava kirin.

‘Em di navenda eniyên şer de bûn’

Min hê dagirkeriya 14 salan a Rûsan û hilweşîna hikûmeta wan a kûkla ji bîr nekiriye. Ez wê demê zarokek bûm û bi malbata xwe re dijiyam. Herêma ku em lê dijiyan di bin kontrola Hezb-i Îslamî ya di bin lîdertiya Gulbedîn Hekmetyar de bû. Yek ji lîderên cîhadîst bû mîna "Qesabê Kabîlê" dihat naskirin. Hinek ji me dûrî hêzên Ehmed Şah Mesûd bi cih bûbûn. Em di navenda eniyên şer de bûn. Şerê di navbera her du koman de bi şev û roj berdewam dikir. Carna dayika min derfeta çêkirina xwarinê didît; ji ber ku em li jêrzemînê diman, dayik û bavê min gelek caran cîranan jî ji bo parastina bomberanê digirtin hundir.”

‘Dayika min her dem qehremana min e lewre jinek bêtirs bû’

Sara Şerîfî, serpêhatiya koçberiyê û jiyana xwe ya dûrî malbata xwe wiha vedibêje:

“Di dawiyê de em neçar man du hefteyan ji mala xwe derkevin û biçin cihekî ne xeta şer. Piştî vegerê, dayik û bavê min biryar dan me bibin şûna mamê min ê li bajarê me dijiya. Em hemû pir girêdayî dayik û bavê xwe bûn û bi girîn û mecburî çûn. Em mehek zêdetir li vir man. Piştre ez û 3 xwişk û birayên min ji bo xwendinê koçberî pakistanê bûn. Ez ji vê rojê û vir ve ji koçberbûnê nefret dikim. Dayika min tu caran negot lê hevalên wê yên nêzik gotin dayika min bi şev û roj giriyaye û ji ber êşa veqetîna ji me nexweş ketiye. Lê ruxmê vê yekê jî dayika min hewl da me mîna jinên siyasetmedar û zane mezin bike. Dayika min her dem qehremana min e û jinek bêtirs bû. Ez pir girêdayî wê bûm, min nexwest biçim Pakistanê lê dayika min bi şev û roj bi min re diaxivî û min teşwîq dikir ku ez bixwînim. Ger îsrara dayika min nebûya, ez ê îro bibûma jinek bê xwendin û nivîsandin.

‘Min ji bo zarokên keç kursek bêpere vekir’

Piştî salan û veqetandinek dirêj a ji dayik û bavê xwe, ez vegeriyam Efganistanê. Beriya hilweşîna hikûmeta yekem a Talîbanê vegeriyam. Dayika min nexweş bû lê qet gazin nedikir. Min dizanibû ku hemû êşa wê ji hesreta zarokên wê bû. Li taxa me yekane jina bi perwerde ez bûm û hemû zarokên biçûk û yên di temenê min de bê dibistan mabûn. Min bi alîkariya dayika min a li taxê ku jinek bi bandor û rêzdar bû, ji zarokên keç re qursek bêpere vekir.”

Sara Şerîfî, vegera xwe ya Efganistanê û tecrubeya xwe ya di bin desthilatdariya Talîbanê de wiha vedibêje:

“Dema ku ez li Pakistanê di betlaneya havînê de ji dibistanê mezûn bûm êdî nikaribûm ji dayika xwe dûr bimînim û bi tevahî vegeriyam Efganistanê. Dema ku cara ewil vegeriyam, dema ewil a desthilatdariya Talîbanê hebû. Kabîl veguherîbû xirbeyan. Ji bo wesayîdek tijî bibe, mirov bi saetan li bendê dima. Ez neçar bûm çadarî li xwe bikim. Di destê her Talîbanek de kabloyek hebû, ji bo ku jinên "pêçandina xirab" qamçî bikin. Min ji roja Înê nefret dikir, ji ber ku her roja Înê li Stadyûma Kabîlê, ji ber diziyê dest û lingên mirovan dibiriyan an jî cenaze û lebatên wan ji bo îbretê daliqandin.

Rojek roja Înê jina bi navê Zermîne ku dîmenên wê ji aliyê RAWA’yê ve hatibû tomarkirin, hat darvekirin. Efganistan wê demê, ji bilî qetilkirin û jêkirina lebatên mirovan veguherîbû xirbeyek hatibû terikandin. Wê demê yekane şahiya jinan serdana hevalên xwe bû. Derfet pir kêm bûn. Tenê mafên mêran ê xwendinê hebû ev jî bêyî kursên zanistî bû. Min tu carî qetilkirina gelê Bamyanê, hilweşandina peykerên Bûda yên Bamyanê, şewitandina zevî û xaniyan li bakurê Kabîlê û komkujiya Hazaran li Mezar-i-Şerîf ji bîr nekir.

Min êrîşa yekem a NATO’yê û Dewletên Yekbûyî ya li ser Kabîlê ya di 7ê Cotmeha 2001’ê de jî dît. Baregehek leşkerî ya nêzî mala me, di saet 7’ê êvarê de hatibû hedefgirtin.”

‘Bi hilweşîna Talîbanê re jinan çarşefên xwe derxistin’

Sara Şerîfî, serpehatiya jinên Efgan a piştî hilweşîna Talîbanê û têkoşîna wan a ji bo perwerdeya zarokên keç wiha tîne ziman: “Bi hilweşîna Talîbanê re, jinan careke din çarşefên xwe derxistin û destûr hat dayîn di saziyên ku ji bo mafên jinan parêzvaniyê dikin de bixebitin û biçin dibistan û zanîngehê. Min bi çavên xwe şahidiya veguherîna ji nişka ve ya Talîbanê ya qaşo veguherîna demokrasiyê kir. Min bêyî dayika xwe lê bi bîranîna wê dest bi perwerdeya xwe li Zanîngeha Kabîlê kir.

Di 20 salên dawî de, ruxmê hebûna Dewletên Yekbûyî û NATO’yê û hikûmetek gendelî, jinên Efganî têkoşiyan û hişmendiya siyasî bi dest xistin. Di vê pêvajoyê de rêxistinên mîna "Partiya Hevgirtina Efganistanê" û "RAWA" mîna her car roleke dîrokî û girîng lîstin.

Ez çar sal berê tînim bîra xwe, dema ku Talîban hêdî hêdî desthilatdarî bi dest xist û hikûmet mîna diyariyek radestê wan hat kirin… Min piştî 2007’an şahidiya propagandayên têkildarî Talîbanê bi hêz bûye kir.”

‘Ez ji bo nifşên pêşerojê heman çarenûsê nejîn di nava geleke hewldanan de me’

Sara Şerîfî, di dawiya vegotina xwe de rewşa îro û sedema hewldanên xwe wiha kurte kir: “Ez êdî jinek bi perwerde me û serhêl dixebitim. Azadiya min heye lê carna ji bo min nefesgirtin jî zehmet dibe. Ez carna pir hesret dikşînim lê cihekî nabînim ku biçim. Lê belê dema ez jinên hem di bin zexta civakî û hem jî dewlet û malbatê de difikirim, hêzê dibînim û têkoşîna xwe didomînim. Ez ji bo azadiya jinên welatê xwe, ji bo rizgarbûna wan ji zincîrên serdestiya mêran û tundweriyê têdikoşim. Dibe ku ez nikaribim ji bo xwe yan jî hevalên xwe şert û mercan biguherînim lê ez ji bo nifşên pêşerojê heman çarenûsê nejîn, her dem di nava hewldanan de me.”