Jinên ji Kobanê: Dewleta tirk hem axa me dagir dike hem jî ceza dide zarokên me!
Meclisa Edaleta Jin û rêxistina Kongra Star a Kobanê li dijî erêkirina cezayê heta hetayî yê Dozgîn Temo ku ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin daxuyanî dan.
Kobanê - Dadgeha bilind a Tirkiyeyê cezayê heta hetayê ku li Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) hatibû birîn, erê kir. Çîçek Kobanê di dema êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Serêkanî û Girê Spî de hatibû girtin. Meclisa Edaleta Jin û rêxistina Kongra Star a Kobanê cezayê heta hetayî yê li Dozgîn Temo hat birîn şermezar kirin û gotin: “Tu mafê dewleta tirk a dagirker nîn e ku hem axa me dagir bike hem jî cezayê girtîgehê bide zarokên axa me diparêzin.”
“Dema ku axa xwe û gelê xwe diparast hat girtin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi binpêkirina zagonên navneteweyî, dadweriya dewleta tirk cezayê muebed li şervanên me birî. Çîçek Kobanê di dema êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên dagirkeriya li ser Serêkanî û Girê Spî de, di 2019`an de hat girtin. Bi destên çeteyan, dema parastina ax û gelê xwe dikir hat girtin. Dewleta tirk zagonên navneteweyî binpê dike, nabe ku welatiyên tu welatan ji aliyê hêzeke biyanî ve werin girtin û dadgehkirin. Em jinên meclisa edaleta jin û Kongreya Star li herêma Firatê, bi tundî vê kiryara li hemberî Çîçek Kobanê şermezar dikin. Banga me ji bo rêxistinên navdewletî û mirovî ew e ku rola xwe bilîzin û cezayê Çîçek Kobanê betal bikin.”
Daxuyanî bi silavkirina berxwedana li zindanên dewleta tirk bi dawî bû.
"Dewleta tirk dîsa zagonên navneteweyî binpê kir"
Rêvebera Qada Civakî ya Kongreya Star Hêvîn Miho helwesta xwe di heman çarçoveyê de anî ziman û got: "Dema ku Çîçek erka parastina axa xwe ji dagirkeriya dewleta tirk li ser Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve bi cih dianî, hat girtin. Çîçek keçeke ji Kobanê ye tu zirarê nedaye dewleta tirk, berovajî wê bajarê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê diparast. Dewleta tirk cezayê muebed da Çîçek Kobanê. Mafê dewleta tirk tune ye ku welatiyên Sûriyeyê bigre û li cem xwe dadgeh bike, li gorî kêfa xwe ceza li wan bibire. Ev binpêkirin di tu zagonên navneteweyî de nayên pejirandin, dewleta tirk hem axa me dagir dike hem keç û xortên me digre û li cem xwe jî wan ceza dike. Em weke jinên Kobanê vê binpêkirinê şermezar dikin û bi tu şêwazî qebûl nakin."