Der barê rojnameger Derya Okatan de biryara beraetê hate dayîn
Der barê Rojnameger Derya Okatan a ku ji ber nûçeyek çêkiribû, bi sûcê " heqareta aşkere" dihat darizandin, biryara beraatê derket.
Navenda Nûçeyan - Danişîna biryarê ya doza ku rojnameger Derya Okatan a di Gulana 2016'an de dema ku Seroka karûberan nivîsê yên Ajansa Nûçeyan a Aktîfê (ETHA) bû ji ber nivîsa bi sernavê "Platforma Jinan a Mêrsînê: Em îstîsmakar parêzer Onur Kale teşhîr dikin" weşand, bi sûcê "bi eşkereyî heqeret” di hat darizandin, li 39’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Derya Okatan beşdar nebû, parêzerê wê Mehmet Alî Koç amade bû. Dadgehê bi hinceta şewbê çapemenî û temaşevan girt salonê.
Dozgerê di danişînê de mutala xwe ya berê dubare kir û beraeta Derya Okatan xwest. Parêzerê Derya Okatan Mehmet Alî Koç jî diyar kir ku divê nûçeya sûc tê îdiakirin di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bê nirxandin û daxwaza beraetê kir.
Dadgehê, di warê sûca hati avêtin de ji ber nebûna nîyet û taksirî de barê Derya Okatan de biryara beraetê da.