Penaberên siyasî yên ji Bakûrê Kurdistanê li ofîsa NY dest bi çalakiyê kirin

Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê ne û li bajarê Silêmaniyê dijîn, li dijî negirtina bikujên Mihemed Zekî Çelebî li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê dest bi çalakiyê kirin.

Navenda Nuçeyan- Îro li Silêmaniyê piştî qetilkirina penaberê siyasî Mihemed Zekî Çelebî, hevjîna Zekî Çelebî û hevalên wî û hejmarek panaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê çûn ber derê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) û li dijî negirtina bikujên Zekî Çelebî dest bi çalakiya runiştinê kirin û bêdengî û bêhelwestiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî qetilkirinê şermezar û rexne kirin û daxwaz kirin ku bikujê Zekî Çelebî were aşkira kirin.

Penaberên siyasî diyar kirin ku bi dehan carane paneberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dike ku wan ji êrişên dewleta Tirk biparêze, lê NYe’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk bêhelweste û nabîne.