Jinên ji Başûrê Kurdistanê: Desthilata heyî gel fetisandiye

Jinên li Başûrê Kurdistanê li hemberî giranbûna kel û pelan nerazîbûna xwe anîn ser ziman û gotin: “Ev sê sal e ev jiyana ku em dijîn ne jiyan e, desthilatdar êdî gel fetisandiye û li hemberî vê yekê jî hikumet bê deng e.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Qeyrana aborî ya ku li herêma Kurdistanê heye hemwelatiyan xistiye di nav rewşek gelek zehmet de. Giranbûna neftê û nebûna sotemeniyê, bilindbûna nirxê ar û giranbûna nan, bilindbûna nirxê pasê, nebûna neft û nebûna mûçeyan hemwelatiyan xistiye di rewşek gelek xirab de.

Di her rewşek ya qeyran û êrîşên dagirkeriyê de yên ku herî zêde jê ziyanê bibîne hemwelatî ne. Siyaseta desthilatdara herêma Kurdistanê bûye sedemê vê rewşê û her roj hemwelatî rastî qeyranên cûda bên. Rûxmê ku hikumet û desthilat dikarin gelek rêyên çareseriyê peyda bikin ji bo başkirina vê rewşê, lê tiştekê nakin. Li dijî van rewşan rojane hemwelatiyên li Başûrê Kurdistanê li kolanan çalakiyan lidar dixin. Ev nêzî sê salan e desthilata herêma Kurdistanê van pirsgirêkan çareser nekiriye, berovajî pirsgirêk her ku diçe kûrtir dibe. Jinên ji Başûrê Kurdistanê ji vê rewşê bêzar bûne û daxwaz dikin ku hemwelatî hilbijartinan baykot bikin.

“Divê em hilbijartinan baykot bikin”

Pexşan Ebûbekir a yek ji hemwelatiya Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku dilê wê li hemberî hikumetê tijî bûye û wiha got: “Edî hemwelatî nikare vê rewşê pirs bike, ev jî bi saya hikumetê ye ku xelk perîşan kiriye. Şeş nan bûye bi hezar dînarê Iraqî û qebareyê wê hatiye biçûkkirin. Ger ev hikumeta heyî li ser desthilatê be yên xwediyê firinan nikarin kar bikin. Di vê herêmê de tiştek weke berê nemaye. Ji ber wê ez daxwaz dikim tu hemwelatî êdî dengê xwe nedin van herdu partiyên desthilatê.”

“Ev ne jiyan e!”

Hemwelatiya bi navê Mihabad Seîd derbarê qeyran û rewşa hemwelatiyan de bi bîr xist ku divê desthilat alîkariya gel bike û wiha got: “Lê belê hikumeta me alîkariya gel nake, berovûjî wê gel fetisandiye. Ka benzîn, elektirîk û jiyana hemwelatiyan? Ev xetayê me ye, ji ber me bi xwe ev desthilatê aniye ser hikum û niha jî bê helwest in. Hikumetê biryar daye ku gel paşgûh bikin, ger ne wisa be di vê dema germ de neft ewqas giran nedibû û her tim di xizmeta welatên din de amade ne. Di nav sê salên desthilatê de ji derveyî ziyanê tu sudek yê vê desthilatê nîne. Ji ber tu xizmetgûzariyek ji bo gel nîne. Tenê avahiyên bilind hene, lê kes nizane yên kê ne û kî diçin tê de jiyan dikin û xelk jî ji birçan dimirin. Ev ne jiyan e!”