Jinên Iraqî: Tu zagon ji bo parastina mafên jinên Iraqî tune ye

Aktîvîst û siyasetmedarên jin derbarê armanca tevgera femînîst a li Iraqê û welatên Ereb de gotin: "Tevger ji bo parastina mafên jinan hat avakirin. Ji ber ku tu zagon ji bo parastina mafên jinên Iraqî tuneye.”

EFRAH ŞEWQÎ

Parîs – Tevgerên jinan ên li cîhana Ereban, rastî gelek pirsgirêkan tên. Di nava civakê de û ji aliyê pergalên heyî ve, femînîst weke êrîşkar, tevlîhev, kesên ku kîna wan li hemberî hemû mêran heye, nirx û ehlaqê wan tune dikin û weke dijminên ol û Îslamê hatine binavkirin. Derbarê têgeha femînîst û armancên wê de aktîvîstên jin axivîn û nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

'Tu zagonên ku jinan ji gefê biparêzin nînin’

Seroka Rêxistina Mafên Mirovan a Isenê û pêşketinên domdar Ensem Selman diyar kir ku jinên parastina mafên mirovan dikin, rastî gefan tên û wiha got: "Ev gef ji aliyê civakê û saziyên hikûmetê ve tên kirin. Her wiha rastî gefên dîjîtal jî tên û hinek jin ji ber ku fikrên parastina mafên mirovan û jinan li Iraqê belav dikin, tên cezakirin. Li hemberî van gefan tu zagon nînin jinan ji van kiryaran biparêzin. Ji ber tunebûna zagonan û nesazkirina zagonek ji bo parastina jinan ji tundiya di nava malbatê de, bûyerên qetilkirina jinan zêdetir dibin."

'Rola jinan li herêma Kurdistanê hatiye biçûkxistin'

Rojnamevan û aktîvîst Niyaz Ebdullah ku ji Başûrê Kurdistanê ye û li Franseyê bi cih bûye dibêje: "Partiyên îslamî û heta dezgehên fermî, hewl didin têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe, berevojî bikin. Jinên herêma Kurdistanê roleke mezin di daxwazkirin û derxistina zagonên civakê de lîstin. Lê belê jin ji aliyê hikûmetê ve hatin biçûkxistin û berovajîkirin, jinên herêmê bi kiryarên xirab re rûbirû man. Ji ber vê divê bi hewldana tevgerên femînîst û rêxistinên civaka sivîl zêdetir zextê li hikûmetan bikin û ji bo jinan qanûnên adilane derxin."

'Femînîzm ne tenê girêdayî jinan e'

Lêkolîner û civaknasa Iraqî Zehra Elî di pirtûka xwe ya bi navê "Jin û Zayendiya li Iraqê" de balê dikşîne ser dîroka tevgerên femînîst û wiha dibêje: “Îro li Iraqê tevgerek tenê ya jinan nîne, gelek tevger hene. Hinek ji wan daxwaza guherîna Zagonên Rewşa Kesane dikin û armanca wan pêkanîna wekheviyê ye. Her wiha jinên din ên girêdayî partiyên Îslamî daxwazên wan ne girêdayî olî ne. Di navbera van herdû tevgeran de, aktîvîstên mafên jinan, Îslamî û çepgir kampanyayên xwe li ser pergala mafan a ku bi Peymana Rakirina Hemû Cudakariyên li Dijî Jinan hatiye diyarkirin, esas digirin. Femînîzm ne tenê girêdayî jinan e. Ew bi edaleta civakî re bi mêran re jî mijûl dibe. Yekem komeleya femînîst a di sala 1923'an de li Iraq û Misrê hat vekirin û piştî wê gelek tevgerên radîkal derketin."

'Femînîzm mijarên bi nêrîna mêr ji nû ve dinirxîne'

Siyasetmedar û endama berê ya Meclîsa Nûneran a Iraqê Şirûq El-Ebeyîcî wiha got: “Femînîzm weke berteka li dijî pêkanînên mêr ên bi dehan salan li dijî jinan derket holê, li dijî sînordarkirina azadiya jinan jî derket holê. Femînîzm weke tevger û têgînek derketiye holê, bi pêş ketiye û niha jî weke zanistek tê lêkolînkirin. Di heman demê de ji bo ji nû ve hemû mijarên ku bi nêrînên mêr hatine derxistin binirxîne, hewl dan têgeha femînîst berevajî bikin û jinan weke dijminên mêran bihesibînin. Zêdeyî 60 salan e Zagona Rewşa Kesane heye û em pê serbilind in lê mixabin di sala 2025'an de ji aliyê parlamentoyê ve hinek guhertin hatin çêkirin, ev jî li dijî mafên jinan e.”