Artêşa Iraqê nahêle Şengalî derbasî navenda bajêr bibin

Piştî ku duh şev artêşa Iraqê êrişî seyareyeke YBŞ’ê kir û li bajêr alozî rû da, artêşa Iraqê nahêle ku Şengalî derbasî navenda bajêr bibin. Şengaliyên ku bertek nîşanî rewşê dan, dibêjin: “Emê heta dawiyê li ber xwe bidin û heya dawiyê em ê li vir bin.”

Şengal – Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê li taxa Yermûk a Şengalê şevê din êrişê tîmek girêdayî YBŞ’ê kiriye û di encamê de alozî rû daye.

Artêşa Iraqê ji şevê din ve hemû riyên di navbera gund û bajarê Şengalê de girtine û rê nadin ku kes derbas bibe. Gelê Şengalê bi pêşengtiya jinan berê xwe dan navenda bajêr. Lê li seytera Amûd ya jora çiyayê Şengalê ve ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin sekinandin.

Tevî ku artêşa Iraqê bi hemû hêz û çekên xwe li himberî gelê Şengalê sekinîne û rê girtine. Lê xelkê Şengalê ji bo ku seytereyan derbas bikin û xwe bigînin navenda bajêr hemû hewldanên xwe dikin. Bi silogana “Bijî Berxwedana YBŞ’ê” xelkê Şengalê ji bo derbaskirina bendên qontrolê liberxwe didin.

‘Artêşa Iraqê zarokên me birîndar kirine’

Endama Meclisa Jin ya Serdeşt a Şengalê Kinê Xidir yek ji wan jinan e ku li bendên kontrolê yê Amûd ya çiyayê Şengalê bi hemû hêza xwe li ber xwe dide ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em Êzidî ne û em parastvanê axa xwe ne. Îroj artêşa Iraqê zarokên me birîndar kirine, em dixwazin biçin navenda bajêr lê rê nadin. Ta ku em hene emê piştevaniya hêza xwe bikin. Yek nikare derbasî axa me ya Şengalê bibe. Axa me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Rewşa ku îro tê jiyan kirin di ti olî de nayê qebûl kirin. Em soz didin şehîdên qehreman ku emê li ser riya armanc û hêviya wan bin.”

‘Axa me ye, Şengala me ye’

Endama Meclisa Serdeştê Qîmet Feqîr jî da zanîn ku ewê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha got: “Zarokên me yên YBŞ’ê li Şengalê birîndar in, nahêlin ku em biçin zarokên xwe bibînin. Nahêlin ku em biçin Şengalê têne şerê me. Çima dema DAIŞ êrîş kir artêşa Iraqê şer nekir. Me axa xwe bi xwîna xwe parast. Bila bizanin ku me ev ax rizgar kir û ew hatin. Em di nava Şengalê de bê nasname nikarin hereket bikin ev tiştekî pir xirab e. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin  û çi dibe bila bibe em ê li vir bin.”