Jinên Helebî li dijî ferzkirina hicabê bertek nîşan dan

Jinên Kurd, Elewî û Ereb diyar kirin ku ew ê ferzkirina hicabê ji aliyê HTŞ’ê ve qebûl nakin û peyam dan ku ew ê li dijî ferzkirinên li ser jinên Kurd, Ewewî û Ereb li ber xwe bidin.

DILPAK DAG

Heleb – Li Sûriyeyê piştî ku di 27’ê Mijdarê de Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) û komên cuda Helebê girtin destên xwe û di 8’ê Kanûnê de jî ketin bajarê Şamê, rejîma Baasê hilweşiya. Hikumeta demborî ya ku HTŞ’ê ava kiriy jî li pişt gotinên demokrastiyê, li ser jinan zagonên şerîetê ferz dike.

Me li ser ‘cilên li gorî şerîetê’ ku li ser gel û jinên Sûriyeyê tê ferzkirin, ji gel û jinên Heleb pirsan kir.
Rêvebera Saziya Îslam a Helebê Nesrîn Îbrahîm, diyar kir ku piştî Efrîn ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, koçî Helebê bûye û li Taxa Şêx Meqsûda Helebê û Eşrefiyê xebatên xwe didomîne.

‘Em ferzkirina hicabê qebûl nakin’

Nesrîn Îbrahîm diyar kir ku wan agahî girtine ku Helebê li ser jinan hicab tê ferzkirin û wiha got: “Li Helebê çarşevên reş li jinan belav dikin. Em vê yekê pebûl nakin. Di olê de zorî tune ye, em ferzkirina sergirtin û rojiyê qebûl nakin.”

Nesrîn Îbrahîm bi bîr xist ku Heleb bajarekî xwedî gelek çand û baweriyan e û wiha domand: “Têkiliya me bi hemû gel, bawerî û çandan re heye. Divê mirov di warê baweriya xwe de azad bin û destûr nedin tu tişt pêşî li vê yekê bigre.”

‘Divê jin di avakirina pergala nû ya Sûriyeyê de hebin’

Nesrîn Îbrahîm got ku bi hilweşîna rejîma Esed gelên Sûriyeyê bêhneke kûr girtine lê nêzikahî û pêkanînên HTŞ’ê bi gel re fikaran çêkirine û wiha got: “Temenê rejîma Baasê dirêj bû. Bi hilweşîna wê gel bêhneke kûr kişand lê divê ji bo avakirina pergala nû ya Sûriyeyê jin jî di xebatan de hebin.”

‘Divê her kes bi awayekî azad li gorî baweriyên xwe bijî’

Dilovan Mûsa ya Elewî jî got ku piştî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li Helebê bi cih bûye, diyar kir ku çeteyên girêdayî HTŞ’ê li ser jinan hicabê ferz dikin û wiha berdewam kir: “Jinek bi baweriya xwe dikare hicabê li xwe bike. Ez di malbateke Elewî de mezin bûm, lê bi daxwaza xwe serê xwe digrim, ne bi ferzkirina kesek din. Em bi gelên ji baweriyên Êzidî û Mesîhî re dijîn. Divê her kes li gorî baweriya xwe bi azadî bijî, zext tunebe.”

‘Li ser baweriyên cuda zext hene’

Hanîfe Aluş a Kurdek ji Efrînî ye, diyar kir ku çete li ser komên ji baweriyên cuda zextê çêdikin. Hanîfe Aluş wiha got: “Nikarin bi zorê hicabê li jinan bikin. Li ser kesên ji baweriyên cuda zextan dikin, ev rast nîn e. Behsa ‘Sûriyeya azad’ dikin, li aliyekî jî zextê li jinan dikin. Ew bi gotinên xwe re di nava nakokiyan de ne.”

‘Jin azad in’

Endama Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê Abir Zekeriya, got ku ew jineke Ereb e û zextên li ser jiyana jinan napejirîne. Abir Zekeriya diyar kir ku ew li gorî baweriya xwe hicabê li xwe dike û wiha berdewam kir: “Çima li ser jinên ku ji baweriya me nîn in, misilman nîn in hicabê ferz dikin? Em li Sûriyeyê bi gelek netew û baweriyên cuda re bi hev re dijîn. Kurd, Çerkez, Xirîstiyan, Durzî, Êzidî hene û ev mecbûr nîn in li gorî şerîeta îslamê bijîn. Di warê baweriyê de divê zext tunebe. Jin azad in û hûn nikarin ji wan re bibêjin li ‘mala xwe rûnên.’ Abir Zekeriya got ku jin bi salan di bin zextan de jiyane û wiha bi dawî kir: “Em ê rêveberiyeke zalimtir qebûl nekin. Dê jin ferzkirina hicabê nepejirînin û li dijî wê têbikoşin. Hêza me heye, ez dixwazim bang li hemû jinan bikim; kî dibe bila bibe divê em zext û ferzkirinan qebûl nekin.”