Jinên Helebê ji bo nirxandina xebatên xwe civînek salane li dar xistin
Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê ji bo nirxandina kar û xebatên xwe yên salane civînek li dar xist.
Heleb –Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê bi armanca nirxandina xebatên xwe yê salekê civînek lidar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Rîhem Mihemed bixêrhatina mêvanên ku ji Bajarê Reqa, Minbc, Laziqiyê û Şamê hatibûn kir. Civîn bi wêneyê Meclisa Jinên Sûriyeyê û alên wan hat xemlandin. Di civînê de endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Mihemed rewşa siyasî nirxand û piştre rapora salê xwend .Piştî ku rapor hat xwendin beşdaran nêrînên xwe gotin.
Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê Heyfa Hesen axivî û got" :Destpêkê Ez bi xêrhatina hemû endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê dikim. Piştî ku me meclisa xwe li Bajarê Minbicê di sala 2007’an de ava kir me kar û xebatên xwe heya demek domand kir lê pêwîst bû kû em kongreya xwe li dar bixin. Ji ber aloziya jiyanî û gefên dewleta tirk a dagirker û rewşa bê ewle her dem ev kongre hat paşvexistin. Ji ber vê yekê pêwîstî hat dîtin ku em civînek li dar bixin. Di vê civînê de kar û xebatên ku ji pênc sal in hatine kirin em ê nîqaş bikin, zêdetir li ser xalên ku em tê de lawaz in em ê bisekinin. Piştî ku em di piranî nîqaşan re derbas bûn me xwest di dawiyê de em xwe bigihîjînin biryara kongreyeke giştî.”
“Em dixwazin tecrubeyên xwe zêdetir bikin”
Der barê civînê de rêvebera Ofîsa Rêxistina Jinên Sûriyeyê Şems Sîno nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Destpêkê ez bi xêrhatina hemû hevalên me yên Helebê, Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê dikim. Ev civîn ji bo xebatên me yên salê hat lidarxistin. Armanca me ya ji vê civînê ew e ku em plansaziyan ji bo meclisa xwe bikin. Em dixwazin tecrubeya xwe berfirehtir bikin da ku em bigihîjînin hundir û derve jî. Em bi hêvî ne dengê xwe bigihîjînin dewletên din ku rola jinan di her aliyê de hebe û em dixwazin yekbûyîna jinên Sûriyeyê çêbibe. Di dawiyê de ez serkeftinê ji beşdarên vê civînê re dixwazim û bi hêvî me em pirsgirêkên jinên Sûriyeyê çareser bikin û rola xwe di aştiyê û destûra Sûriyeyê de bilîzin.”
Civîn bi nîqaş û nêrînan bi dawî bû.