Jinên Ereb ên Şengalê tevli kampanyaya TAJÊ bûn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma ‘Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî’ da destpêkirin û jinên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlibûna xwe ya kampanyayê ragihandin.

Şengal - Bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma “Li dijî şîdeta li ser jinan Jin Jiyan Azadî” da destpêkirin. Meclisa Jinên Ereb a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya bi kampanyaya TAJÊ re ragihand. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên Iraqê yên ji her netew, pêkhate û baweriyên cuda, hat kirin ku di rojekê wiha de bibin yek, li dijî her cure tundiya li ser jinan tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bigihîjînin hev.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li cîhanê şerê herî giran, herî berfireh û bêperwa li dijî jinan tê meşandin. Şerê fikrî, derûnî, fizîkî û her cure tundî li ser jinan tê pêkanîn. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jina re ye. Li dijî vê zihniyeta qirker ev roj bûye malê tevahî jinên cîhanê. Em weke jinên Ereb ên li Şengalê, vê rojê girîng dibînin. Hêzên serdest ên cîhanê desthilatdariya xwe li ser bindestiya jinan û civakê didomînin. Li Rojhilata Navîn jî heman zihniyet bi awayê herî tund û hişk li hemberî jinan tê meşandin. Di bin navê qanûnên dewletê, eşîrî û malbatî de, jin di nava sînorên malê de tên girtin. Jinên ku li hemberî vê yekê serî radikin, têdikoşin û dikevin lêgerîna azadiyê, dibin armanca êrişên herî xedar ên pergala mêr.

Li Iraqê jî jin rastî gelek bêmafiyan tê nû pêşî li têkoşîna wan tê girtin. Zagona Rewşa kesan ku ev demek e li Iraqê tê nîqaşkirin û wê bibe sedema zewicandina zarokên keç ên 9 salî ev yek rewa bibe divê neyê pejirandin. Divê jin bi tu awayê vê yekê nepejirînin û li dijî wê derbikevin. Em weke jin divê zêdetir li dijî zagonên wiha dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe diyar bikin.

‘Divê hemû jinên Iraqê bibin deng’

Em weke meclisa jinên Ereb a Şengalê bi vê zanebûnê û bi ruhekî hevgirtî bi jinên Êzidî re ne, em jî beşdarî kampanyaya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşma “Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî” dibin. Banga me ji hemû jinên Îraqî yên ji her netew, pêkhat û baweriyên cuda ew e ku di vê rojê de rabin ser xwe. Li dijî her cure tundiya li ser jinan tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi dngê jinên cîhanê re bikin yek. Em weke meclisa jinên Ereb ên li Şengalê tînin ziman ku em ê xwe li ser felsefeya “jin, jiyan, azadî” kûr bikin û ji bo xwe bikin bingeha têkoşîna azadiyê.

Bijî têkoşîna jinan a hevgirtî, ‘Em ê dawî li tundiya li ser jin bînin’ ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”