Jinên Efrînî: Ne tecrîd ne komplo nikare me ji Rêberê me dûr bixe

Dayîkên Efrînî yên di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û nêrînên wê yê li ser pêşdeçûna rewşa siyasî guhdar kirine, dibêjin ku li hemberî aloziya Sûrî yekane riya xilasiyê fikrên wî ne û li dijî tecrîdê helwesta xwe anîn ziman.

RAPARÎN BAKER

Şehba – Mîmara felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navnetewî dîl hat girtin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah a 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, tecrîdekê girankirî tê meşandin û nêzî du sal in tu agajî jê nayê wergirtin. Dayîkên Efrînî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û piştî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin behsa hevdîtina xwe kirin û bertekên xwe yê li dijî tecrîdê anîn ziman.  

‘Tecrîd bi armanca şikandina vîna gel’

Nazlih Îsa ya ji gundê Ehras ê kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, derbarê hevdîtina xwe ya bi Rêber Ocalan re wiha dibêje: "Hevdîtina min bi Rêber Ocalan re di sala 1998'an de li bajarê Helebê bû. Ez ji kesayeta wî bandor bûm. Ji ber ku min ew nas kir, min xwebaweriyek mezin peyda kir. Rêber Ocalan di gotûbêja xwe de bal kişand ser pêwîstiya birêvebirina gel bi xwe û wî jî got ku Sûriyê rastî krîzeke siyasî tê. Şiyana analîza wî ya rastiya ku em tê de dijîn û krîza rejîmên baviksalarî û neteweperest nîşan dide.”

Nazlih Îsa anî ziman ku ew piştî salan pê hesiya ku bi lêkolîna xwe ya analîtîk a dîroka desthilatdariyê re, şiyana wî heye ku pêşeroja rejîmên şovenîst bixwîne, lewma piştrast dike ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk pêkan e.

Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Nazlih Îsa wiha got, “Armanca welatên di komployê de ji holê rakirina îdeolojiya wî ye, lê wan nizanibû ku îdeolojî nayê girtin û yek kes dikare biguhere. Niha felsefe û birdoziya wî gel qebûl dike û li ser vê jiyana xwe ava dike. Bi bîr xist ku tecrîda girankirî û astengkirina parêzeran hewldana lawazkirina îradeya gel û şikandina berxwedana wan a li hemberî polîtîkaya desthilatdariyê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û çareseriyê fikra Rêber Ocalan çareseriya herî guncaw e ji bo aloziya Sûriyeyê ya ku em van salan êş û azarê dikişînin.”

‘Em ê tecrîdê hilweşînin’

Jina Eyûş Osman a ji kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, diyar kir ku wê di 10’ê Sibata 1998’an de li Helebê bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk aniye û got ku bi hevdîtina xwe ya bi Ocalan re, wê zêdetir ramana azadiyê, rola jinê di civakê de û wekheviya zayendî nas kiriye.

Ayûş Osman bal kişand zayendparêziya ku ew ji ber paşverûtiyên civakî pê re rû bi rû maye û li dijî vê bi naskirina fikrên azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dest bi têkoşîna azadiyê kiriye qal kir. Ayûş Osman wiha got, “Min maf û azadiya jinê nedizanî, ji ber vê yekê min hilbijart ku ez biçim gel Rêber Apo. Min bi ramana wî ya ku li ser esasê pêwîstiya wekheviya tam di navbera zayendan de ye nas kir û wî di hevdîtina me de got ku tu ferq di navbera jin û mêr, ji ber ku ew dikarin her tiştî pêk bînin. Bi dahûrandinên wî, fêrkirinên wî min dest bi têkoşîna azadiyê kir.”

Ayûş Osman anî ziman ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd re tê xwestin ku daxwazên azadiyê bê tecrîdkirin û got, “Ji roja ku me fikrên wî bihîst heya îro jî em ji bo azadiyê têdikoşin, ne tecrîd ne zextekî din nikare me ji fikrên Rêber Apo dûr bixe. Em bi biryar in ku tecrîdê hilweşînin.”