Jinên Efgan: Jêbirina wêneyê jêbirina nasnameyê ye

Talîban bi fermanekê nû gotibû ku di nasnameyan de wêneyê jinan ne ‘mecbûrî’ ye. Endamên Tevgera Jinên Bihêz ên Efganistanê yên ku li Kabîlê ahtin ba hev, bertek nîşanî biryarê dan û gotin ku ev tê wê wateyê ku jin ji bîra civakî bê jêbirin.

Navenda Nûçeyan – Beriya bi demekî kin Talîban bi fermanekê nû gotibû ku di nasnameyan de wêneyê jinan ne ‘mecbûrî’ ye. Endamên Tevgera Jinên Bihêz ên Efganistanê bertek nÎşanî biryarê dan. Jinên ku li Kabîlê hatin ba hev, vê gavê weke ‘hewldanê tunekirina nasnameya jinê’ pênase kirin.

Endamên tevgerê gotin “Nasnameya jinan jê nebin, bê wêne nasname nabe. Jin ne kesên ku nayên dîtin in. Bi rakirina wêneyê hûn nikarin me bê nasname bikin” û bertekên xwe anîn ziman. Jinan her wiha destnîşan kirin ku ev biryar ne tenê guhertinekê îdarî ye, gavekî ji bo “bi awayekî pergalî ji bîra dîrokî û civakî ya Efganistanê jêbirina” jinan e.

‘Em ê destûr nedin’

Jinan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku mîna mêran mafê azadî, perwerde û bi awayekî çalak beşdarbûna jiyana civakî ya jinên Efganî heye û gotin: “Em ê destûr nedin ku bi tu hicetê jin ji qada giştî bên derxistin.”

Di 31’ê Tebaxê de Talîban hebûna wêneyên jinan di belgeyên nasnameyan de ‘wek şer-î ne pêwîst’ îlan kir. Di fetvaya herî bilind ya otoriteya dînî ya Talîbanê Darû’l-Îfta weşandî de, bi hinceta ku wêneyê jinan ‘rê li ber fitne û tazîtiyê diveke’ qedexe kir. Tenê di rewşên derketina derveyî welat, tedawî, perwerde û koçê de dê wêne neçarî be.  

Ev biryar bi taybetî ji aliyê jinan û çalakvanên mafên mirovan ve rastî bertekên mezin hat.