Li Îran û Rojhilat serhildan didome

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, berdewam dike. Li zanîngehan jî xwepêşandanên berfireh hene.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî qetilkiriba Jîna Mehsa Emînî dest pê kirin, veguherî 'şoreşa jinan'. Li welat xwepêşandanên berfireh dewam dikin, zanîngehan jî di çalakiyê de bûn û tevahiya şev ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Rejîma Molla bicenime" û "Bimre dîktator" bilind bûn. Wêneyê Jîna Mahsa Emînî li ser dîwarên avahiyan li Tehranê hat pêhisandin, jinan wêneyên porên vekirî bê hîcabê yên nêzî mêr-mollayên bişaşik hatine kişandin parve kirin, jinên ciwan jî dîwaran bi nivîsan xemilandin.

Li bajarên ku çalakî didomin, rejîma Îranê ewlehiyên tund digre. Hêzên Muhafizên Şoreşê bi berdewamî li ser heşibandina hêzên Basîj û hêzên taybet, gef û girtina çalakvanên sivîl û girtiyên berê yên siyasî, xwendekaran berdewam kir. Li kolanên Sinê, Seqîz, Mehabad, Bukan, Bane, Pîranşahr, Dehgolan, Dîwandare û Îlamê komkujiyên rejîma Îranê hatin şermezarkirin.

Pankart hatin şewitandin

Jinên ciwan wêneyên Hamaney û Humeynî şewitandin û pankartên “Bicihim in” li ser bihorka hatin daliqandin. Li Sîstan û Belûçîstan, Ehwaz, Şîraz, Tahran, Îsfehan, Kirman, Hemedan, Kum, Meşhed, Xuzistan, Tebrîz, Erdebîl, Kerec, Reşt, Mazenderan, Yasûc û gelek bajarên din xwepêşanderan dirûşmeyan berz kirin û meş hatin lidarxistin. Cihên Basîjî yên aîde rejîma Îranê hatin şewitandin û pankartên sembola rejîma Îranê dikin hatin şewitandin. Jineke ciwan li ser bust û abîdeyên temsîla rejîma Îranê dikin bi boyaxa sor boyax kir.

Xwendekarên zanîngehê di çalakiyê de bûn

Duh tevahî rojê tevî zextên ewlekarî û dîsîplînê yên li ser zanîngehên Îranê û Rojhilatê jî, çalakî li Zanîngeha Hunerê ya Tahranê, Zanîngeha Harezmî ya Tahranê, Zanîngeha Allama Tabatabaî, Dibistana Elektronîkê ya Zanîngeha Khwaja Nasir, Zanîngeha Gîlan, Zanîngeha Mazenderanê dewam kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Tahranê pêşkêşkirina reqsa têkel kirin û piştre meş hat li dar xistin. Li Zanîngeha Harezmî jî çalakî û boykot hat li dar xistin. Hewz û tiwaletên zanîngehan ji bo xwîna ji aliyê rejîma Îranê ve tên rijandin bê nîşandan bi rengê sor hatin boyaxkirin.